Hunermendê Kurd yê muzîka Rapê Serhado, li Êlihê ji bo biçe Antalyayê, dema diçû balafirgehê, ji aliyê polisan ve hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Serhado nehat eşkere kirin. Tenê tê gotin ku, di bergeha lêpirsîneke ku li Êlihê tê meşandin de Serhado girtine binçavan.
Piştî ku îfadeya wî hate girtin serbest berdan.