Serrûpel Nûçe Civîna Çapemeniyê a Leyla Zana (Vidyo)

Civîna Çapemeniyê a Leyla Zana (Vidyo)

Belav bike

Hevdîtina ku duh, di navbera Parlementera Amedê a Serbixwe Leyla Zana û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hatibû, îro li meclîsê Leyla Zana bi civîneke çapemeniyê naverok eşkere kir.
Leyla Zana bi kurtasî wiha got: Polîtikayên ewlekariyê nikare encamê bigire, rêya ku nehatiye ceribandin, muzakereyên ku werine domandin in. Roboskî û operasyonên KCKê birîna me a vekirî bi xwîn dike.Dewlet bila ji lêborînxwestinê xwe ranegire, ew ne qelsiyeke. Dewleta ku cezayê îdamê rakir, karê birêz Ocalan jî bigire hepsa malê. Em gava dersa bijarte a Kurdî erênî dibînin lê, ti gel pera nade û zimanê xwe fêr nabe. Bila çek werine berdan ku em operasyonan nekin, ne gorî daxwaziyeke rastîn e. Daxwaziyên dûra rastiyê ti cara nabine çareserî. Ji bo aşîtiyê, pêdivî bi xebatên hevkariyê hene.
Parlementer Leyla Zana îfade kir ku, hevdîtin di nêvengeke nazik de derbas bû ye.