Serrûpel Nûçe Ocalan û Emerîka civiyane

Ocalan û Emerîka civiyane

Belav bike

Rojnameya Aydinlik ya Tirkiyê berdewamiya nivîsa xwe ya duhî di der barê Ocalan de îro (1/7/2012) idîayek belav kir.

Rojnameyê di beşê duhî de gotibû ku Serokê PKK’ê bi balefireke taybet ji girava Îmraliyê birine bajarê Bursa, û di her carê de bi deh rojan li mêvanxaneya MÎT’ê ya li Bûrsayê de dimîne.

Di beşê îro de jî balê dikişîne ser hevdîtina Ocalan û Emerîka. Li gor rojnameyê çarşema derbasbûyî Ocalan û Emerîkî li hev civiyane. Hevdîtin ji derveyî girava Îmraliyê pêk hatiye. Bê guman ev nûçeya der barê Ocalan de ji aliyê rojnameya Aydinlik ve tê belavkirin li gor hin jêderane û cîdî û girîng in. Lê heta niha ne berpirsên bilind yên dewleta Tirk û ne jî aliyê PKK’ê bersiva van hevdîtinan dane.

Avestakurd