Serrûpel Magazîn Ceylana esil Kurd ji mêrê xwe cuda nebû ye

Ceylana esil Kurd ji mêrê xwe cuda nebû ye

Belav bike

Medyaya Tirkiyeyê van rojan belav kir ku Ceylana, ku bi eslê xwe Kurd e, ji hevjînê xwe Koç Altan cuda bûye, lê Ceylanê ji Rûdawê re got: “Ev propaganda medyaya Tirkiyeyê ye û ne rast e. Em vêga jiyaneke asayî û tijî hezkirin ligel hev dijîn. Kesên ku van nûçeyan belav dikin, dixwazin jiyana me têk bidin, lê bo gotinên wan jiyana me tahl nabe.”

Ceylan di Îlona 2011ê de ligel Koç Altan daweta xwe li keviya Deryaya Navîn lidarxist. Koç Altan çaremîn mêrê Ceylanê ye. Yek ji mêrên Ceylanê yê berê kurê Îbrahîm Tatlîses bû.