Serrûpel Nûçe Bahçeli ji Wezîrê Dadê çi xwest?

Bahçeli ji Wezîrê Dadê çi xwest?

Belav bike
Di çapemeniya Tirkiyê de, derketina nûçeyên di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de yên cuda cuda berdewam e. Her roj îdiayên nû têne kirin. Îro jî qala nameyeke Ocalan tê kirin ku, Ocalan bi Wezareta Dadê re nameyek şandiye û wî bixwe tecrîda xwe xwestiye. 
Serokê Giştê yê MHPê Devlet Bahçeli, îro îdiaya xwe a ku çendakî berê gotibû, Ocalan ne li Girava Îmraliyê ye, dubare kir û ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn xwest ku, bila biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re sûretekê bikişîne. Bahçeli, li ser gotina Sadullah Ergîn ku gotibû, kî bawer nake ku Ocalan ne li Îmraliyê ye bila biçe Îmraliyê. Bahçelî jî li ser vê banga Ergîn kir ku, bila ew biçe Îmraliyê û bi Ocalan re sûretekî bikişîne, ev hîn rast e.