Serrûpel Nûçe Divê neft bibe pirseke neteweyî

Divê neft bibe pirseke neteweyî

Belav bike

  

Di civînê de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser girîngiya bajarê Duhokî di warê cografî, dîrokî û siyasî de sekinî. Her weha der barê xizmetkarina welatiyan de ev xalên han rêzkirin:  

“1. Piştî du mehên din kevirê bingehîn yê firokexaneya Duhokê tê danan. 
2. Siyaseta hikûmeta Kurdistanê ew ku desthilatên zêdetir bide wîlayetan 
3. Herêma Kurdistanê pêwîstî bi kampaniyayeke niştimnaî bo avakirina xwendingehan heye 
4. Em dixwazin esasekî rêkûpêk bo pêşerojeke geş deynin 
5. Pirsên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê, şerê di navbera demokrasî û çûn ber bi diktatorîyê ve ye 
6. Nefta me kilîta pêşkeftina welatê meye û dive bibe pirseke netewî ” Mijareke din ya civînê deverên veqetandî yên Kurdan bû. Serokê Hikûmetê bal kişand ser van deveran û diyarkir ku Hûkimeta Herêma Kurdistanê biryar daye li Zimar, Şingal û deverên din dibistanan avabike û hemû xizmetên wan yên perwerdê bicih bîne. Her weha Serokwezîrê Hikûmetê bal kişand ser pirsa neftê û got ” Nefta me kilîta pêşkeftina welatê meye. Meseleya neftê li herêma Kurdistanê divê bibe pirseke netewî. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser siyaseta xwe ya neftê berdewam be û di pêşerojeke nêzîk de kontraketên mezintir, di sewyeya kontirakta Exxon Mobil de, digel çend mezine kompaniyên din yên cîhanî îmaza dikîn, ev jî li gor wan mafên di destûra Îraqê de ji me re hatîne dan tê kirin.”

 

Avestakurd