Serrûpel Nûçe Mehmet Ocalan piştgiriya Leyla Zana kir

Mehmet Ocalan piştgiriya Leyla Zana kir

Belav bike
  

Mehmet Ocalan deriyê xwe ji rojnameya Sabah ya Tirkiyê re vekir. Qendîl, BDP’ê her yek ji wan Zana rexnekirin, lê Mehmet Ocalan piştgirî da Leyla Zana û giranî da çareserkirina pirsa Kurdî di warê aştiyê de. Mehmet ji bo Zana weha got “Divê her kes bi azadî ramanên xwe bîne ziman. Divê her kes ji van ramanan re rêzê bigire. Zana dîtinên xwe ragihandin. Ez bawerim tu cudahî di navbera dîtinên Zana û BDP’ê de tune ye. Divê her kes beşdariya vê bibe. Divê ji bo xwîn raweste her kes gavan biavêje. Ez dibînim dîtinên Zana gelek virde û wirde birin, ev neraste. Ger tu dixwaze xwîn raweste, tu jî beşdar bibe. Hêvîdarim ev dîtin bi xwe re encamek erênî bîne. Leyla Zana gelek hêjaya. Dibe ku xwe feda kiribe. Lê ji bo me gelekî binirxe. Lê, divê berdewamiya wê bê, pêngav bêne avêtin.” Mehmet Ocalan diyarkir ku gotinên Zana li ortê ne û weha pêde çû “Gotinên Zana li ortê ne. Serokwezîr bixwaze dikare çareser bike, rastî ev e. Serokwezîr di ferqa vê de ye. Bi rastî ger bixwaze dê çareser bike. Her kes vê bawer dike. Ev meseleya Tirkiyê ya herî mezine. Ne ji bo perçekirina Tirkiyê, ger ev mesele bê çareserkirin dê ji bo yekîtiya Tirkiyê pêngaveke girîng be. Di mifaya her kesî de ye pirs bi demokrasiyê çareser bibe. Her kes weha dibîne. Kes, leşker, li gorî we ‘terorîst’ lê li gorî me gerîla, mirina van de êşê dikişînin. Li herêmê kî vê yekê bike dê karekî herî baş kiribe. Kî mirinan bi dawî bike dê heta heta were bîranînkirin.” Mehmet Ocalan der barê axivitinên Duran Kalkan de jî got “Niha divê em rastbîn bin. Di warê siyasî de Ocalan kilîte. Ger li wir derî bê vekirin aliyê din jî (PKK) dê di wî derî re derbaz bibe. Lê tecrîd heye. Nahêlin Ocalan ligel kesî hevdîtinê bike.” Mehmet Ocalan der barê hevdîtinên xwe yên dawî ligel Serokê PKK’ê Ocalan de, got ku weha gote min “Îhtîmalek mezine li rojên pêşiya me mesele diyar bibe. Ger pêvajo ber bi aştiyê ve biçe dê gelek baş be. Lê dibe ku pêvajo bêgirtin, dibe ku ber bi aştiyê ve jî biçe. Li hevdîtina herî dawî berpirsê zîndanê kaxezek nivîskî da min, li ser kaxezê nivîsî bû ‘rewş hesase, em hevdîtinê nekin’. Min ji berpirs pirsî rastî hûn nahêlin, gote min ‘ew naxwaze’.”

 

Avestakurd