Serrûpel Nûçe Li Taksîma Stenbolê çalakiyek şilf û tazî

Li Taksîma Stenbolê çalakiyek şilf û tazî

Belav bike

Îro, saet di 11.30 an de, li bajarê Tirkiyê yê herî qelebelix Stenbolê, li Qada Taksîmê, mirovek hilkişiya ser peykerê Ataturk û dest bi kinc derxistinê kir. Di demeke kin de mirovê li ser peykerê Ataturk, şilf û tazî ma. Hemwelatiyên li derdorê kom bûn û bertek nîşana mirovê li ser peykerê Ataturk dan.
Çima ku mirov hilkişiyaye ser peykerê Ataturk, hemwelatiyan ew dane ber perê hûr ên hesinî û pet şûşe firandine wî. Xelkê, xwestiye ku mirovê şilf tazî lînç bike.
Dûra polîs têne cihê bûyerê, mirov bi pereyan qaîl dikin û dadixîninê xwarê. Mirov li wesaîta polîsan kirin û ew birine qereqolê.