Serrûpel Nûçe “Ev civîn yek alî û ne exlaqî ye”

“Ev civîn yek alî û ne exlaqî ye”

Belav bike
  

Rûsyayê bersiva gotinên Wezîra Karê Derve ya Emerîka Hillary Clinton ku gotibû ‘divê Rûsya û Çîn bedel bidin’ da. Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksandr Lukaşeviç der barê axivitina Clinton ya di civîna ‘Dostên Sûriyê’ de kirî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevk got “Em heta niha beşdarî civîna bi navê ‘dostan’ tê bi nav kirin nebûne. Civîna Koma Dostên Sûriyê yek alî û ne exlaqî ye.” Berdevk diyarkir ku ev civîn dê pevçûnan li Sûriyê Kûrtir bike û weha got “Koma ‘Dostan’ ya ku Emerîka û hevalbendên xwe ji muxalifên Sûriyê ava kiriye, dê tundî û pêvçûnên 17 mehan in li Sûriyê berdewam dikin, kûrtir bike…Ev tenê dibe sedema tiştekê ku ew jî berdewamkirina rijandina xwînê ye.”

 

Avestakurd