Li navçeya Mêrsînê li Anamurê, xebatkarê bi navê Bilal Yalçin, çevekî wî ê rastê nabîne. Ji bo çavê xwe ê çep ku dibîne berçavkê bikartîne.
Bilal Yalçin, bi cama berçavka xwe a rastê a çavê ku nabîne re reklam girt. Ji bo mehekê 150 lîre kirêya cama berçavkê digire.
Xebatkarê otoparqê Bilal Yalçin wiha dibêje, “Ji ber ku ez li navenda nevçeyê di otoparqê de dixebitim, her roj bi sedan kes re tême rû bi rû.
Jixwe çavê min ê rastê nabîne. Hat fikra min ku ez bi cama berçavka wî çavî re reklamê bigrim.”
Yalçin, bayiyê dermanê çandiniyê Ayhan Temel îkna dike û reklamê, bi çavê xwe re digre. Piştî 2 rojan, pêşniyarên hin reklamên din jî digre.
Bilal Yalçin, bi 150 lîreyî ji mehekê re reklam standiye. Pêşniyarên ku ji bo reklama berçavka wî tên jî gellekî balkêş e. Dibêje, “ji bo 10 rojan 750 lîre pêşniyara min kirin, lê heta reklama niha neqede ez nikarim bigrim.”