Serrûpel Nûçe Serokwezîr ligel Encumena Dadweran civiya

Serokwezîr ligel Encumena Dadweran civiya

Belav bike
Di civînê de ku serokê Dadwerê Giştî yê Kurdistanê jî amade bû, li ser rewşa dadweriyê li Kurdistanê hate rawestandin.

Her wiha xala girîng ya civînê destelatiya dadwerî û rewşa dadgehan bû li Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser başkirina dezgehên dadweriyê rawestiya û diyar kir ku pêwîstiya dadgehên Kurdistanê bi pêdaçûnekê heye.

Barzanî got weke hikûmet ewê bi her awahî piştgiriya karûbarên dezgehên dawerî bikin.

Nêçîrvan Barzanî got nabe tu aliyek bi tu awahî dest tê werde karê dadweran û bal kişande ser wê yekê ku divê ew kar bi her awahî serbixwe be.

Serokwezîr dubare li ser wê yekê rawestiya ku karûbarê dadwerî dûrî siyasetê be û bêalî be.

AVESTAKURD