Serrûpel Nûçe Annan ji bo Sûriyê dîsa bi hêvî bû

Annan ji bo Sûriyê dîsa bi hêvî bû

Belav bike

 Kofî Annan ku berî çend rojan neserkeftina xwe di warê çareserkirina plana xwe ya Sûriyê de ragihandibû, careke din ligel Serokdewletê rejîma Sûriyê Beşar El Esed civiya. Piştî hevdîtina 2 demjmêran, Annan ragihand ku wî û Esed ji bo bidawî hatina tundiyê lihevkirine. Annan her weha diyarkir ku dê ligel muxalifan jî bê cem hev. Ji aliyekî din ve, Annan got ku piştî hevdîtinên li Şamê dê berê xwe bide Îranê. Hêjayî gotinê ye, berî niha Annan gotibû divê Îran jî tevlî pêvajoya çareseriyê bibe.

 

Avestakurd