Zana di axivitina xwe de bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Ocalan, çareserkirina pirsa Kurdî û komkujiya Roboskiyê. Zana diyarkir ku “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, ruhê Kurd û Tirkên bihîstiyar diêşîne.” Û got ku Ocalan dixwaze bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya çareseriya pirsê bibe. Her weha Zana bang li Yekîtiya Ewrûpa kir ku di warê çareserkirina pirsa Kurdî de gavine biavêje û got “Em hêvîdar in ku ev parzemîna xwedî zanîn û ceribandinan û Yekitiya ku temsîla wê dike, bi awayeke aktîf rolek di çareseriya pirsgirêk de bileyîze û di pêvajoya muzakereyan de jî rolek bi bandor werbigire.” Leyla Zana her weha bal kişand ser komkujiya gundê Roboskiyê ku 34 kes (piraniya xwe zarok) tê de hatîn kuştin û got “ Ez daxwaz dikim Yekitiya Ewropayê roleke aktîftir bilîze û heyeteke fermî bişîne herêmê.”
Avestakurd