Serrûpel Nûçe Li Tirkiyê polîsan êrîşî parlementerên Kurd kirin

Li Tirkiyê polîsan êrîşî parlementerên Kurd kirin

Belav bike
Amed, veguheriya qada şer. Li ber şîdeta polîsan a li hemberî gel, jê 3 parlementer, di dehan kes birîndar bûn. Bi taybet polîsan, parlementerê BDPê hedef girtin. Parlementera BDPê Pervîn Buldan, ji polîsan derbe xwar û ji ber rewşa wê a xirab rakirine nexweşxanê. Li gorî agahiyên hatine girtin, lingê Buldanê şikiya ye. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, ji aliyê hêzên dewletê ve ji erdê re hate kaş kirin. Parlementer Emine Ayna û Hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş jî, parlementerên ku rasta şîdeta polîsên dewletê hatin bûn.
Dîsa Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr jî, di nav kesên hatine birîndarkirin de ye.
Heta danê êvarê jî li Amedê gengeşî dewam dikir.