Serrûpel Nûçe Rambo kurê xwe wenda kir

Rambo kurê xwe wenda kir

Belav bike

Lîstikvanê navdar yê Holywoodê û derhêner Sylvester Stallonê (Rambo), kurê xwe yê 36 salî Sage Stallone wenda kir. Sage Stallone, li Los Angelesê, di mala xwe de mirî hate dîtin.
Menejera Sylvester Stalloneyê 66 salî, Michella Bega diyar kir ku, Stallone di nav xemgîniyeke mezin de ye û sankî dest û piyên wî şkestiyane.
Di derbarê mirina Sage Stallone de, hîn agahiyên zelal nehatine eşkerekirin.
Sage Satllone jî wek bavê xwe, lîstikvan û derhênerê sînemayê bû.
Polîsê Los Angelesê daxuyandiye ku, li ser cesedê Sage Stallone ti emareyên şîdetê nedîtine û deriyê malê jî bi zorê nehatiye vekirin.
Cesed, ji aliyê xizmetkara li malê dixebitî ve hatiye dîtin.