Serrûpel Nûçe “Neft, garantiya niha û dahatûya Kurdistanê ye“

“Neft, garantiya niha û dahatûya Kurdistanê ye“

Belav bike
 

Ergoşî di nivîsa xwe de behsa pêwendiya herêma Kurdistanê û Bexdayê dike û balê dikişîne ser pirsgiêkên di navbera her du aliyan de, bi taybetî li ser pirsa Neftê.

Samî Ergoşî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser axaftineke serokwezîrê Kurdistanê di derbarê Neftê de û dibêje: „Eger hikûmeta Îraqê, para herêma Kurdistanê neşîne, ji bo peydakirina sotemeniyê ji bo hemwelatiyan, çi pêwîst be ewê bikin...“

Di vê derbarê de rojnamevan di gotara xwe de ku di rojnameya Hewlêr de hate weşandin dibêje ew ne li benda „Lutfa“ Bexdayê ne.

Ergoşî di gotara xwe de destnîşan dike ku axaftina serokwezîrê Kurdistanê tenê aghdarkirin û êrîşek nebû, her tiştê ku herêma Kurdistanê di derbarê Neftê de dike, li gora yasaya siyaseta neftê ye li Iraqê.

Rojnamevanê gotarê her wiha dibêje, şandina Nefta Xam ji bo Tirkiyê û wergirtina nefta çêkirî, destpêka wê yekê ye ku herêma Kurdistanê ji bo her alozîyekê amade be û her demê ne li benda „Kerema“ Bexdayê be.

Ergoşî dibêje lazime heman tişt ligel Iranê jî were kirin.

Her wiha diyar dike ku hikûmeta Kurdistanê niha girîngiyeke mezin dide berhemanîna elektrîkê û zêdekirina rêjeya wê.

Rojnamevan di nivîsa xwe de balê dikişîne ser pêwendiya herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, di warê Neft, Gaz û Enerjiyê de û dibêje, hemû girêbestên ku herêma Kurdistanê di wan waran de îmze kirine yasayî ne, eger yasayî nebin, kompanyayeke weke Nixxon Mobile ku dikarî di guhertina siyaseta cîhanê de rolekê bilîze, çawa tê herêma Kurdistanê kar dike! Eger di warê yasayî de ne piştrast be.

Di nivîsa xwe de rojnamevan Samî Ergoşî dibêje, bersiva herî baş ji bo wan kes û aliyan ku çavnebariya pêşketinên li herêma Kurdistanê dikin, bersiva herî baş ewe ku hêzên aborî yên cîhanî berê xwe bidin herêma Kurdistanê, ji bo ku cih û şûna herêma Kurdistanê li cîhanê grîngtir û bi hêztir bibe.

Ev jî pêşkeftin û garantiya niha û dahatûya Kurdistanê ye.