Serrûpel Nûçe Şehristanî dixwaze alozî li Îraqê kûrtir bibe

Şehristanî dixwaze alozî li Îraqê kûrtir bibe

Belav bike

 Hat zanîn, Şehristanî daxwaz ji Wezareta Darayî kiriye ku budceya Herêma Kurdistanê kêm bike. Li gor Feysel Ebdila ji Aknewsê re ragihandî, Şehristanî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Îraqê kiriye ku zirarên neşandina petrola Herêma Kurdistanê ji budceya Herêma Kurdistanê qut bike. Ebdila got “Li gor budceya îsal a Îraqê, divê Herêma Kurdistanê petrola xwe ya ku berhem tîne bide Hikûmeta Îraqê daku para xwe ji budceya ku 17 ji sedî ye werbigire.” Lê, daxwaz û hewldanên Şehristanî di nava qeyrana siyasî ya li Îraqê de dê aloziyên heyîn kûrtir bike.

 

Avestakurd