Serrûpel Magazîn Hûn dizanin xwediyê vî wêneyî kî ye?

Hûn dizanin xwediyê vî wêneyî kî ye?

Belav bike
Gelo hûn dizanin ew kî ye? Eger nizanibin fermo nas bikin:

Şahinê Bekirê Soreklî:

Ji Rojên Jiyanê: VEGERA LI XWENDINA BILIND

Despêka sal 1974 ez li xwendina bilind vegeriyam û li Zanîngeha Macquarie ya li Sydney 4 salan li dû hev û bêyî rawestandin xwend. Ne hêsan bû, lê min biryar girtibû ku paşveçûn dê îcar nebûya. Dijwariya herî mezin ne gelşên akadêmî, lê dîsa yên aborî bûn. Her du salên pêşîn hêsantir bûn çimkî Robynê kar dikir, lê sal 1976 lawê me yê yekem Chê ji day bû û Robyn neçar ma dest ji kar berde. Ez hefteyê 2-3 êvaran di xwaringeheke radebilind de li nik klûba îtalî APIA di kar de bûm. Demekê min şofêriya taksiyan jî di dawiya hefteyan de ceriband, lê jê hez nekir. Bi saya pereyên karê di ber re û alîkariyeke aborî ya bi sînor ji wezareta perwedeyê ya herêma NSW me xwe, wek dibêjin, “îdare” dikir. Dawiya sal 1977 min êdî nefeskeke kûr kişand û ji Yezdanê dilovan re spas kir ku gihîştim wê amanca ku ez ji bo wê ji welêt çûbûm der. Li dû 4 salên bi ked û xebatê dagirtî min şehadeyên BACHELOR OF ARTS (Mijarên serek: Zanistiya zimanan LINGUISTICS, Ziman û Edebiyata Almanî, Felsefe û siyaset) û DIPLOMA OF EDUCATION (Dîploma perwerdeyê – Mijarên serek: Perwerde, Pêdagojî û fêrkirina zimanan di xwebdegehên navend de: Sinifên 7-12) bi dest xistin [Dû re min bûrsayek û dîplomek ji Enstîtuya Goethe ya li Iserlohn, Almanya, jî bi dest xist derbarê fêrkirina almanî de. Di navbera sal 1978 û 2004 de beşdare jimareke ji kûrsên curbicor bûm, ji yên xwe bi pêdagojiyê ve eleqedar dikin ta yên rojnamegiriyê, karê radyo û yên din.
Destpêka sal 1978 karê min ligel wezareta perwedeyê ya herêma NSW li Sydney dest pê kir. Nêzkî 2 salan li Xwendeheha Casula High School ya li rojavayê navenda Sydney mamosteyê zimanê almanî bûm. Dû re 5 salan wek pisporekî mijarên pirrçandiyê û fêrkirina zimanan di xwendegehan de li navenda Sydney ya wezaretê di kar de bûm.

Di van salan de min bi dehan mamoste derbarê teknîk û şêweyên fêrkirina zimanan de perwerde kirin, matiryalê corbicor nivîsand û alîkariya bi dehan dezgehên dewletê û xwendegehan kir. Divêt li vir ragihînim ku min roleke ne biçûk hebû di warê destpêkirina zimanê erebî de li wan xwendegehên Sydney ku tê de jimara şagirtên ji paşerehên erebîziman zêde bûn. Her weha yek ji endamêm encûmena danîn û serrastkirina imtîhanên şagirtên sinifa 12emîn li herêma NSW. Sal 1985 dîsa li karê mamostetiyê vegeriyam û 12 salan li xwendegeha navend ya keçan Bankstown Girls High School wek mamosetyê almanî, înglizî û dû re erebî jî mam. Dû re dîsa li karê serpereştiyê vegeriyam û wek “mufettiş” li ser dora 20 xwendegehên herêmine Sydney digeriyam bo tehqîbkirina proseya perwerdeyî ya şagirtan. Bi tevahî 26 salan wek mamoste yan ma’amûrekî wezareta perwerdeyê mam. Wek australiyekî bi wê rola xwe serbilind im ku min sûd gîhand bi hezaran xwendekar, mamoste, endamên civatê û bi encamê Australya. Maf, rêzlêgirtin û fersendên vî welatî danî min çi welatên din nedan min. Ez ê her dem jê re spasdar û wefadar bim.

Wêne:  sala 1978