Serrûpel Nûçe TV’yên Kurdî naxwazin ‘Kerkûk 4’ biweşînin

TV’yên Kurdî naxwazin ‘Kerkûk 4’ biweşînin

Belav bike

 Kanlên Kurdî ji bo van filman gelek pereyan dirjînin. Lê ji bo filmek Kurdî, neamadene vê zehmetî bidin û van pereyan birjînin. Yek ji van filman ku televîzyonên Kurdî naxwazin biweşînin filmê ‘Kerkûk 4’e’. Filmê ‘Kerkûk 4’ rêzefilmeke ku bûyerên civakî, aborî û siyasî yên Kerkûkê di navbera salên 1979-1986’ê de tîne ziman. Derhênerê Kurd Nasir Hesen ku ev film çêkiriye, ji Aknewsê re ragihand ku film amadeye di meha Remezanê de bê weşandin, lê got jî “Lê ev 2 hefteye em ji televîzyonên Kurdî wek Kurdistan, Kurdistan TV û Kerkûk dixwazin di meha Remezanê de bê weşandin, lê ew naxwazin.” Hêjayî gotinê ye, ev film ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ve hatiye çêkirin û 170 listikvanên Kurd, Ereb, Turkmen û Suryanî tê de cih digirin.

 

Avestakurd