Serrûpel Nûçe Artêşa Azad: Em ê PKK’ê tune bikin

Artêşa Azad: Em ê PKK’ê tune bikin

Belav bike
 Yekîneya Selahedîn Eyûbî ya Artêşa Azad a Sûriyê der barê PKK’ê de belavokek belavkir. Di belavokê de PKK’ê tê tewanbarkirin bi piştgiriya rejîma Esed û tund tê hişiyarkirin. Belavoka ku di çapemeniyê hatî belaavkirin weha dibêje “Piştgiriya Esed bihêlin, nexwe em ê we tune bikin. Li van rojên dawî bi giştî li herêmên Kurdan û bi taybet li herêma Efrînê hovêtiya bûyî û hatî dîtin ji aliyê kujer PKK’ê ve zêde bûye. Ji xwe kujer PKK’ê û hêzên rejîma Esed ku bi hev re dixebitin hemwelatiyên me yên Kurd revandin, kuştin. Hêzên Kujer PKK’ê êrîşî Kurdên me yên piştgiriya serhildanê dikin, wan hedef digirin, herî dawî duhî li navçeya Efrînê hêzên PKK’ê êrîşî Kurdên me yên sivîl kirin û pevçûn derket. Hêzên kujer PKK’ê êrîşî malan dikin, tirimbêlên hemwelatiyan dişewitînin û hewl dide her kesekî bi namûs bikuje. Em dixwzin bê zanîn ku hêj me bi hemû hêza xwe mudaxeleya Herêmê nekiriye û ji bo ku Kurd û Kurd hev nekujin me xwe duhî vekişand..” Her weha di berdewamiya belavokê de PKK’ê tê hişiyar kirin “Em weke Yekîneya Selahedîn Eyûbî hêzên PKK’ê hişiyar dikin û dibêjin em li cem gelê xwe yê Sûriyê ne. Em ê berdewam bin di têkoşîna bi hev re. Em weke Kurd jî dibêjin em yek destin û li aliyê gel in. Divê bê zanîn serhildan xeta sor e, her kesekî li dijî me bê dê ji bo me hedef be. Nijada xwe çi dibe bila bibe em ê rehmê lê nebin, bila kesek li gor xwe dest nedeyne ser rêveberiyê û ji bilî ala Sûriyê bilind neke.” Her weha bang li PKK’ê tê kirin ku “Bila PKK’ê dest ji piştgiriya Esed berde.”

 

Avestakurd