Serrûpel Nûçe Kurdên Helebê di nava agir de ne!

Kurdên Helebê di nava agir de ne!

Belav bike
 Li gor agahiyên ji Eşrefiyê û Şêx Meqsûd tên, gelek malbatên Kurdan ji wan taxan berê xwe didin taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd. Di van pevçûnan de gelek birîndar û kuştî hene. Hate gotin ku, artêşa rejîmê bi tank û helîkopteran êrîşî çekdarên li taxên Mesakîn Heneno û Heyderiyê dimînin dike. Hêjayî gotinê ye, ev çend roj in rejîma Sûriyê erêşî çekdarên li taxa Rikin El Dîn jî dike û kurdên vir neçar dimînin berê xwe bidin taxa Zorava. Gelek ji malbatên Kurdan jî liser ku rêyên çûn û hatinê bûne metirsiyek mezin xwe gehandin Qamişloyê.

 

Avestakurd