Serokê PYDê (Partiya Yekitîya Demokrat) Salih Muslim, li ser rewşa dawîn a li Kurdistana Rojava, bi Rûdawê re axifî. Di gellek mijaran de pirs bersivandine. Bi kurtasî Serokê PYDê Salih Muslim wiha gotiye:
– Niha rewşa Qamişlo aram e. Me li wir tedbîr standiye û hêzên xwe vebekişandine. Hêzên me li nav gel nagerin, rewş gellekî hesas e. Li Qamişlo xeynî Kurdan, Ereb û Suryanî hene.
– Artêşa Azad a Suriyê ji çend seiyan pêk tê, ne yek e. Hineka ew belavoka belav kirine û ji bo Kurdan erênî gotine. Haja me li belavoka din a PKK tehdît kiriye tine.
– Ji bo kesên duyemîn nekevine herêma Rojava a Kurdan, pirraniya sînor û xalên kontrolê YPG dike.
– ENKS nûnerên xwe hildibijêrin û ji xwe me nûnerên xwe hilbijartine. Em di civînê de ne. Dema wana jî nûnerên xwe hilbijêrin, wê Heyeta Bilind were damezrandin.
– Em xwadî li peymana Hewlêrê derdikevin. Ji xwe li ser vê peymana Hewlêrê wek gava yekemîn di navbera her du aliyan de Heyeta Bilind wê were damezrandin.
– Li Efrîn, Dêrika Hemko, Kobanî û Amûdê gelê me îdara xwe bixwe dike.
– Heta nija ji Kurdistana Başûr çekdarek jî derbasa Rojava nebû ye. Yên li Rojava parastinê dikin, Yekîneyên Parastina Gel û Komîteyên sivîl in.