Serrûpel Nûçe Ev saleke deng ji Ocalan nayê!

Ev saleke deng ji Ocalan nayê!

Belav bike
Di 27ê Tirmeha 2011 an vir ve hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, nayên kirin. Her hefte parêzerên Ocalan serlêdanê dikin ku biçine Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin lê, heta roja îro dewlet rê nade vê. Malbata Ocalan jî nikare ji wî re hevdîtinê bike.
Li ser vê, car caran spekulasyonên cuda derdikevin.Tê gotin ku, dewlet bi Ocalan re hîn rûdine. Hat gotin ku, Ocalan li Bursayê li mêvanxana MÎTê carna dimîne. Hat îdiakirin ku, Ocalan bi rayedarên Amerîkayê re hatiye cem hev. Gotin, Ocalan bi wezareta Edaletê re nameyek şandiye û bixwe naxwaze derkeve hevdîtinan. Piştî vê cardin gotin ku, Ocalan 2 name bi wezareta Edaletê re şandine û dixwaze ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Careke din hat gotin ku, Ocalan li ser nexşerêyeke ku ji 7 xala pêk tê dixebite. Û gotin, Leyla Zana bi rêya telefonê ji Ocalan talîmat girt û li ser vê bi Erdogan re hevdîtin lidarxist. Û ev gotinana carekê jî Leyla Zana şandine Îmraliyê.
Ji bo tecrîd şikandinê însiyatîf hatin ava kirin. Li Ewrupa bi rojan meş hat lidarxistin. Li pêş Konseya Ewrupa çalakî û greva birçîbûnê hat lidarxistin. 15 kesa 52 roja greva birçîbûnê domand. Li gellek bajar û bajarokê Tirkiye û Kurdistanê çalakî û grevên birçîbûnê pêk anîn. Heta 2 ciwana her yekî nameyek li paş xwe hîştin û canê xwe dane ber agir. Heta Parlemena Ewrupayê daxuyanî da û Tirkiye hişyar kir ku, astengkirina hevdîtinan bi dawî bike.
Tenê rastiyek heye ku, keştiya dewletê a ku diçe û tê Îmraliyê, saleke ku “xirabe” ye.
A ku herî zêde tê meraqkirin; Gelo Ocalan dijî an na?