Wezîrê Karê Derve Ahmet Davûtoglû diyarkir ku ‘meclîsa ji aliyê gelê Sûriyê ve bê hilbijartin û mafê Kurdan nas bike dê ji bo me ne xeta sor be.’ Davûtoglû bersiva pirsên rojnamegeran da û got “Tirkiyê di nava çarçoveya mafê xwe yê parastinê de dê çavê xwe ji yên weke PKK’ê û El Qayîde li Sûriyê ne negire.” Her weha Davûtoglû got “Em li ser xeta sînor destûr nadin hebûnên terorîst yên weke PKK’ê û El Qayîde, em ê hemû pêşîgirtinên xwe bikin. Ji bilî vê ti siyaseteke me li dijî birayên me yên Kurd tune ye. Ev ne gefe li hember birayên me yên Kurd. Yek pêşîgirtinên me beramber birayên me yên Kurd û Nusayriyan tun ye.” Di berdewamiya axivitina xwe de diyarkir ku “Aşkere hebûna PKK-PYD’ê durûtiye. Her ji berê de PYD’ê heye. Hevalbendî ligel Esed kir, niha rêya xwe guhart. Hijmara PKK’liyan yên ketîn nava PYD’ê ji aliyê me ve tên naskirin.” Davûtgolû der barê çareserkirina pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê de jî got ku ew ê pirsa xwe çareser bikin û weha pêdeçû “Tirkiyê dê pirsa xwe ya Kurdî çareser bike. Lê ew kesên ku bawer dikin dê pêşketinên li Sûriyê dibin bandorê li qedera Tirkiyê bike ew ew in yên bi Tirkiyê nebawer in. Ti bandora xwe li Tirkiyê nake.”
Avestakurd