Serrûpel Nûçe PYD şaş dike û berê herêma kurdî dide nava şer

PYD şaş dike û berê herêma kurdî dide nava şer

Belav bike

Her gaveke ku PYD davêje, ji fêde û sûdê zêdetir ziyanê digihîne pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê.

Çavdêrên siyasî ku pirsa kurd li Sûriyê û rewşa herêmê dişopînin diyar dikin ku PYD gavên provokatîv davêje û dibe sedema ku welatên cîran bi tabetî Tirkiyê berê objektîvên şerê xwe yê bi PKK re bidin rojavayê Kurdistanê.

Gelo sedema ku meşên PYD li Kurdistana Sûriyê ji bo Azadiya Ocalan çêdike çi ye?

Ya din daleqandina pankartên serokê PKK Abdullah Ocalan yên bi metroyan dirêj li ser avahiyên bajarên weke Amûde û Efrînê tê çi wateyê?

PYD bi van kiryarên xwe hemû riyên dîplomatîk li pêşiya pirsa Kurd li Sûriyê digire û Kurdan bêhtir îzole dike.

Li gora çavdêrên siyasî PYD ji xema Kurdên rojava zêdetir xema azadkirina serokê PKK Ocalan xwariye.

Kesên ku pirsa Kurdên Sûriyê dişopînin diyar dikin ku ji PYD tê xwestin ku polîtîk tevbigere û sivik nêzîkî vê rewşa gelekî hesas nebe.

Ji ber her şaşiyeke ew bikevê, biçûk be jî zerareke gelekî mezin dide.

avesta kurd