Her weha Wezareta Karê Derve ya Îraqê ji Tirkiyê xwestibû Tirkiyê bilez daxuyaniyekê der barê vê serdana xwe de bike. Lê, Enqereyê bang li Balyozê Îraqê yê li Tirkiyê kir û got “Daxuyaniyên Îraqê der barê serdana Tirkiyê bo Kerkûkê nayê qebûl kirin.” Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû serdana Herêma Kurdistanê kiribû û paşê berê xwe dabû bajarê Kerkûkê.
Avestakurd