Serrûpel Nûçe Îranê fermana amadekariya şer da

Îranê fermana amadekariya şer da

Belav bike
  

Li gor rojnameya Daily Telegrap ya Îngîlîzî hêzên parêzvanên Şoreşa Îranê ketine nava tevgerê û li ser tank, Fûze, balefir û çekên din amadebûne ji şerekî re. Li gor rojnameyê, rejîm ketiya nava tirsekê ku dibe ji nişka ve Emerîka û Îsraîl êrîş bikin. Ji aliyekî din ve, Serokdewletê rejîma Îranê Ahmedînejad berî roja Qûdisê daxuyaniyek da. Ahemdînejad hişiyarî da dewleta Tirkiyê û çend welatên din û got “Ev 400 sal in bi awayekî erjneg dinya ji aliyê rêxistineke Siyonîstî ve tê birêvebirin û bandora Îsraîl li Tirkiyê, Behrên, Yemen û Lîbya û Sûriyê bûye.” Her weha bang kir ku divê her kesê alîgirê azadî û dadiyê be ‘tunekirina rejîma Siyonîst biparêze.’

 

Avestakurd