Serrûpel Nûçe Idîayeke rojnameya Hawlatî!

Idîayeke rojnameya Hawlatî!

Belav bike

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû di serdana xweya dawî de bo Herêma Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo bi hev re li PKK’ê bixin lihevkirine.

Rojname îdîa dike ku di hevdîtinê de her du aliyan lihevkirine li dijî PKK’ê bibin yek û li PKK’ê bixin. Li gor rojnameyê “Li dema serdana Davûtoglû ya bajarê Hewlêrê, di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, rêveberiya Herêmê  gotiye ku dê destûr nedin valahiya li Sûriyê heyî bibe gefek li ser ewlekariya Tirkiyê. Di hevdîtinê de hate gotin ku ger PKK’ê û PYD’ê bibe gefek li dijî Tirkiyê dê Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê li dijî wan raweste. Di vê mijarê de her du aliyan lihevkir.” Hêjayî gotinê ye, berî niha çendîn cara rojnameya Hawlatî nûçe der barê Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê de belavkirine, lê ji aliyê Serokatiya Herêm û Hikûmetê ve nerast hatiye bi navkirin. Heta niha der barê vê nûçeyê de tu bersiv ji aliyê Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêmê ve nehatine dayîn.

 

Avestakurd