Di lîstikên olîmpiyatan a Londonê de, li ser navê Erebîstana Siudî Sarah Attara 19 salî beşdarî pêşbirkê bû. Ev di dîroka Erebîstana Siudî de cara yekem bû ku jinek, li ser navê dewleta Erebîstana Siudî beşdarî olimpiyatan dibe.
Sarah Attar bi forma xwe a sergirtî reviya û pêşbirk li herî dawiyê temam kir. Dîsa jî ji aliyê temaşevanan ve hate çepikandin.