Serrûpel Nûçe “Rojnamevanek li ser karê rojnamegerî nayê girtin”

“Rojnamevanek li ser karê rojnamegerî nayê girtin”

Belav bike

bila hemû rojnamevan li Kurdistanê dilniya bin ku tu rojnamevanek wê li herêma Kurdistanê ji ber karê xwe yê rojnamegerî neyê girtin.

Di axaftina xwe de serokwezîrê Kurdistanê girîngiyeke mezin da pirsa jinê û diyar kir ku zilm û zoreke mezin di bin navê şerefê de li jinê tê kirin û divê rê li ber wê yekê were girtin.

Barzanî got ew li dijî kuştin û zilm û zora li dijî jinan in.

Serokwezîr got çima şaşiyên mêr tune ne, çima hesaneya mêr her demê heye, çima jin her demê hesab bide..?

Nêçîrvan Barzanê her wiha ji rojnamevanan daxwaz kir ku di hişyarkirina civakê de û rakirina kêmasiyan de bibin alîkar.

Barzanî li aliyê din got rêza wan ji hemû olan re heye, zêdeyî %80 xelkê Kurdistanê Misilman in, Kurdistan jî welateke her kes dikare têde taybetmendiya xwe bi cih bîne, di warê ayînî, kulturî û mezhebî de…

Ji bo rêlibergirtina tundûtûjiya li hermber jinan, Nêçîrvan Barzanî got ew bi hinek şîrketan re kar dikin ji bo ku Xeta Germ ya telefonê li Kurdistanê çêbikin.

Li serdana wezîrê derve Ahmet Davutoglu ji bo Kerkûkê Barzanî wiha got:

Serdan bi vîza Iraqê çêbûye, li ser pasporta wî ya dîplomasî jî behsa wê yekê nekiriye ku divê biçe vî bajarî û neçe wî bajarî… Kerkûk weke Hewlêr, weke Bexda ye, tu maneya wê yekê tune ye ku Bexda wê yekê bike pirsgirêk. Ew ne tiştekî rast e. Ya me dema ku diçine Tirkiyê li vîzaya me nanivisîne ku divê tenê biçin Stenbul, yan nabe biçine Diyarbekir… Vîzaya Davutoglu vîzayeke Iraqî ye ew dikare biçe her cihekî Iraqê…

Barzanî got ewê di nava îend rojan de serdana Berlînê bike û ligel Celal Talabanî bicive.

Li ser gotina ku ciwanên Kurdên Sûriyê li herêma Kurdistanê perwedeya eskerî dibînin, Barzanî got ew alîkariya wan dikin ji bo ku xwe biparêzin.

AVESTA KURD