Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvînek ligel Heyder Omer

Hevpeyvînek ligel Heyder Omer

Belav bike

Hevpeyvîna bi nivîskar û lêkolîner Heyder Omer re

Nivîsevan û rewşenbîrên, ku ji bêrîkên xelkê bikin xirecir û galgal, tu nikarî hêviyan ji wan bikî.

-Çanda rijîmên zordest û dîktator bi wan ra nakeve.


-Gelek zîmbolên rikberiya Sûrî erebî nikarin xwe ji hizra rijîmê rizgar bikin.

-Wergirtzina mafên Kurdan li gel awayê tevdîr û karê wan girêdayî ye.

-Nivîsevanê herî hukardar ew e, yê ku pêjna bûyeran, berî qewimîna bûyeran, dike.

-Nivîsevan û rewşenbîrên, ku ji bêrîkên xelkê bikin xirecir û galgal, tu nikarî hêviyan ji wan bikî.

-Gava tu kesekî din rexne dikî, ev rexnekirin rê li pêş te nagire, ku tu eynî wî mirovî bipesine.

-Realîte her tim astengiyan dide pêş xebitandina têoran, û nahêle bi wê hêsaniya têorî maf werin wergirtin.

-Wate û delameta şoreşê ew e, ku realîteyê ji binî de hilweşîne, û yekeke dine nû li ser kavilên wê bafirîne.

-Divê Kurd ji îro de, hîna şoreş li dar e û germ e, dest ji erkên xwe berndedin û mafên xwe nexin bazaran.

-Şoreş bê pirogram nabin; şoreş ne tenê rûxandina rijîma ye, belê nerîneke wê ya tevayî divê, û hemî warên jiyana gel analîz bike.

Şoreşa gelêrî ya miletê Sûrî ji 15ê adara 2011an ve berdewam e, tu wek nivîskar û rewşenbîrekî kurdên rojava, asta beşdarbûna kurdan di şoreşê de çawa dinirxînî?.


Tê bîra min, gava li başûrê Sûriyê, yekemîn qîrîn ji qirikên Derawîyan pijiqî, di ser hemî bajarên Sûriyê re firiya, û pêşî li bakurê Sûriyê, li Qamişlo deng veda.

Ev yeka çi diyar dike! Bi baweriya min ev yeka ji xwe berê amadebûna Kurd ji bo serhildanekê, şoreşekê dide xuyakirin, pêre jî dupat dike, ku Kurd ji şoreşê ve ne dûr bûn, û ne jî dûr in, belê di navenda şoreşê da ne.
Gelek zîmbolên rikberiya erebî Sûrî vê gotinê dicûn û dubare dikin, ku beşdarbûna Kurd di şoreşê de lawaz e. Evqas xwepêşandanên Kurd yên ne tenê hefteyî û rojên Înê, belê rojan e li pêş çavên wan xuya nabin, kuştina rêberên hukardar mîna M. Temo û N. Berhek û dîlkirina çalakvanên Kurd nikarin nerîna wan biguhêzin, xebata Kurd, ku li dirêjiya temenê rijîmê rojekê sar nebûye, û zîndankirina Kurdan, ku zîndanên rijîmê li seranserî 50 salî ji çalakvan û xebatkarên Kurd vala nebûne, û serhildana Avdara 2004ê, ku yekemîn qîrîn bû li Sûriyê dîwarê tirsê hilweşand ji bîra dikin, û nikarin bînin bîriya xwe, ku Kurd beşdarên yekemîn xwepêşandana Sûriyan bûn li pêş şalyariya navxweyî, li Şama paytext beriya teqîna şoreşê hema bi du sê rojan. Mixabin hinek ji nav refê Kurd jî boçûna wan dubare dikin, pêre jî hem zimanê wan li ser Kurd dirêj dikin û hem jî xwe û gelê xwe dêşînin, ta radeya ku tu pê haydibî, ku Kurd ji bo xwe mazoşîn e, ji dêvla xelk wan bêşîne, ew xwe bi xwe dêşînin.

Herêmên kurdan ji ber herêmên din ên Sûriyê ve aram in, ew tê çi wateyê?, tu ji beşdarbûna kurdan, partî û rêxistinên kurdan razîyî?.

Kurd ji ber vê arambûnê de ne berpirsiyar in, ev yeka pilaneke rijîmê ye, armanca wê ji vê pilanê ew e, ku bide xuyakirin Kurd ji rijîmê razî ne, pêre jî Kurdan û Ereban bi hev re rû bi rû bike, tîkekê bixe nav xwepêşander û şoreşvanên Sûrî bi tevayî.

Tu dawiya şoreşê çawa dibînî?, ewê bi çi şêweyî bi dawî bibe?. Gelo kurd di Sûriya nû de dighên mafên xwe yan na?.


 Şoreş dê bi ser keve, ev yeka rastiyeke berz e, ji ber ku ev gelên, ku evqas qurbanî dane, nema vedigerin malên xwe, û rijîm jî dê hilweşe, lê bihayê serkevitinê, wek min ji roja pêşî de texmîn kiribû, dê gelekî mezin be,ji ber ku ev rijîma totalîter weha diçe, ku serkevtina şoreşê ne tenê hilweşandina wê ye, belê qirkirin û kuştina zîmbolên wê ye jî, vê lomê dê heya ji wê tê berxwe bide, û xwîna hemwelatiyan birijîne, çiqas hemwelatî tên kuştin, çiqas bajar, bajarok û gund tên şewtandin û tarûmarkirin, ne xema rijîmê ye. Sernavê vê qunaxê, li gor hizra rijîmê, man û nemana wê ye.

Lê bi baweriya min, şoreş bi hilweşandina rijîmê bi dawî nabe, belê divê berdewam be, ji ber ku çanda rijîmên zordest û dîktator bi wan ra nakeve, belê dem û xebat jê re divê, da ev çand jî bikeve. Nifşê, ku dê welêt bi rê ve bibe, piştî ketina rijîmê, di bin sîbera wê û çanda wê de perwede bû ye, rastiyên zanista derûnî (pisîkologî) teqez dikin, ku bandorên salên pêşî li derûn û kesayetiya mirov pir hukardar in, û zû zû bi alîkî de nayên têvedan. Vê lomê jî em dibînin zîmbolên rikberiya erebî bi heman awayê hizr û tevdîrên rijîmê li tevger û mafên gelê Kurd dinerin, û nikarin xwe ji hizra serdestî rizgar bikin. Lê ka Kurd, di Sûriye ya nû de, dê mafên xwe bistînin, yan na, ev yeka li gel awayê tevdîr û karê wan hevbest e. Eger em bibêjim, ku wergirtina mafên Kurd

li gel yekîtî û hevgirtina wan girêdayî ye, em wê hîngê tu tişt û hizra nû diyar nakin, ji ber ku her kesek vê rastiyê dizane, lê ka ev hevgirtin, heya îro pêk hatiye, an na?.
Bi baweriya min, tevdîrên Kurd, di mehên pêşî de, ji kongira Entalyayê di Hezîrana sala borî de bigir, û heya kongira ku berî sê heyvan li Istanbolê hatibû girêrdan,gelek ziyan gihande Kurd, cimkê kesayetiyên Kurd bi piranî her kes hema ji xwe berê dibeziya wan kongiran, bê ku nûnerên wan di komîtên amadekar de hebana. Bi baweriya min evê yekê hundirê Kurd li pêş xwediyên hizra şofen û keysenbazên rikberiya erebî li ser piştê vekir, û ew pê hay kirin, ku refên Kurd pir in, dê karibin hinekan ji wan li rex xwe deynin. Beriya demekê min gotarek bi zimanê erebî weşand (Lezçûnê çi bi me kir û dê çi bike), tê de li ber vê xalê rawestiyam, xwendevan û hevpêşe dikarin wê gotarê di vê lînka jêrîn de bibînin: http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=vi ew&id=9184&Itemid=99999999&Itemid=1

Hinek ji texmînên min, di vê kongira Qahîreyê, ya dawî de (2-3. 07. 2012) bi cih hatin, û me dît zîmbolên rikberiya erebî bi çi awayî nerînên xwe li ser doz û mafên Kurd dane xuyakirin. Bi baweriya min hebûna Kurd di wê kongirê de bi awayê çar gurûpan, an jî çar şandan ji bo helewsta zîmbolên rikberiya erebî alîkar bû. Lê tevî qerebalixa wê kongirê jî, bi baweiya min, gava hemî nûnerên şandên Kurd, tevî ku di nav sê gurûpên rikberiya Sûrî de par vebûne jî, (encûmena niştimanî Sûrî, desteya hevrêz û hin gurûpên xortan) ji bilî encûmena niştimanî kurdî, gava ewan nûneran, tevî vê belavbûnê, gîhan yek helwestê, û yek gotinê, nameya Kurd, bi serenavê herî eşkere, ku Kurd dikare yekhelwestê bigire, gîhandin şagirtên çanda serdest. Mirov hêvî dike,ku ev helwest bidome û hêzdartir bibe.

Tevî ku ez ne hevalê wê yekê me, ku Kurd xwe ji kongiran vekşênin, lê ez dikarim weha biçim, ku ewê vekşandinê ji hemî endamên rikberiya erebî û mêvan û çavdêrên kongirê re, wek min li jor got, da xuykirin, ku Kurd dikarin bibin yek û yek helwestê bistînin. Gotin û nerînên di pêy kongirê re, nemaze jî ji hêla ewên ku nerîn û boçûnên şandên Kurd vîto kiribûn, di alava medya de dertên, didine xuyakirin, ku ewan ji nû ve bi giraniya Kurd hay bûne. Gelo nûnerên Kurd û sazî û rêxistinên wan dê karibin vê yekê bi kar bînin, û yekhelwesta xwe bidomînin?!

Hema bi kurtahî, rewşa Kurd dê careke din veneger beriya Avdara 2011ê, ango para Kurd dê di destkeftiyên şoreşê de hebe, lê ew par dê bi qaserî hêviyên wan bin? Awayê tevdîra wan dê bersiva vê pirsê bide.


Tu helwest û gotara nivîskar û rewşenbîrên kurd di wexta şoreşê de çawa dinirxînî?, gelo di asta şoreşê de ne yan ew jî hîna li kesayetiya xwe digerin?.

Bi nerîna min nivîsevanê herî hukardar ew e, yê ku pêjna bûyeran, berî qewimîna bûyeran, dike, bi vê nerînê, ez dikarim bibêjim, ne tenê nivîsevanê Kurd, belê hemiyên Sûrî, pêjna şoreşê ji berhemên wan nedihat; ango wek çawa şoreşa gelên sûrinyê ji bo siysetmedaran nişkavî bû, weha ji bo nivîsevanên Sûrî; çi Kurd û çi Ereb û yên din jî nişkavî bû; ango pêjna şoreşê ji berhemên wan nedihat. Dîwarê tirsê li ser sîngên hemiyan hatibû avakirin, vê lomê jî tu berhemên, ku zordestiyê, bi hemî awayên wê, çi civakî, û çi aborî û çandî, û gendeliya, ku heya qirikê hemî warên jiyana sûriyan girtibû, û serdestiya hêzên ewlekariyê di her warên jiyana sûriyan de, riswa dikin, nabînî.

Di vê dema şoreşê de jî, eger ez ji galgalên nivîsevanan, yên li ser avakirin û damezrandina sazûmaneke, ku wan di bin sîwana xwe kom bike, eger ez ji vir de dest pê bikim, bi rastî hêviyên mirov pûç dibin, xwîna gelên Sûrî kolanên welêt dagirtiye, û doza gelê Kurd hildikşê asta navetewî, lê nivîsevanên me, ji dêvla bi şoreşê re gav bi gav bin, ewana berên pênûsên xwe berve hêleke din dane û nikarin ji bo hevbendekê, hevgirtinekê, yekîtiyekê li hev bikin, û ne jî karîne heya niha karekî berçav bikin, nemaze jî emên li welatên mişextiyê belavbûne, û kêm hindik derfetên xebatê û karan ji me re peyda bûne.

Hema dikarim tiştekî bînim bîriya me hemiyan. Beriya demekê hate ragihandin, ku rewşenbîr û nivîsevanên me yên derveyî welêt dê konferasekê li Holanda girêdin, xem û qisawetên hundir û şoreşê tê de guftugo bikim, komîtên karan saz bikin, û bi germî dakevin qada kar û lebatê, lê mixabin hemiyan ev erk û hêviyên mezin kiribûn dîlê helwesta mirovekî, gava wî jî xwe ji ber lêçûna (mesref) konferansê da alî, konferans ber ba bû, û ew gotinên mezin vala derketin, pêre jî nîşana pirsane bi giranî xwe da hember helwesta nivîsevanên me.

Gelo nivîsevan û rewşenbîrên, ku di siha dewlemendekî de bikin xirecir û galgal, lê gava tîrêjên rastiyê wê sihê bide alî, bê deng dimîne, tê çi hêviyan ji wan bikî?!Susreta herî balkêş jî ew e, ku kesekî ji xwediyên hizra wê konferansê lêborînek biçûk jî ji gelê xwe nexwast. Eger rêxistineke Kurd ev yeka kiriba, dê salekê û bêtir jî nebûba mijara henek û laqirdiyên karkerên pênûsan?

Tiştê li meydanê ew e, ku tu hinekan ji wan li ser rûpelên malperan dibîne û hew. Tu dibêjî qey nivîsevan tenê ji bo li ber maseyan û hember komputran rûne û şîretan bide hatiye dinyayê. Ma ne carekê min gotareke yekî xwend tê de weha diçe, ku em wek nivîsevan emê bêjin û binivisînin, û yên din jî divê bikin.

Tu vekirina hol û navendên çandî û siyasî, çi ji hêla partiyan ve û çi jî ji hêla dezgeh û rêxistinan ve, çawa dibînî?.

Ev yeka, ji hêlekê de, dide xuyakirin ku Kurd dikarin bi awayê sîvîl biramin, û dezgehên sîvîl ava bikin. Eger derfet bi dest wan keta dê karîbana jiyana xwe ji zû de, û ji hemî waran de, raxistana (organîze bikiriana).

Tevî ku hola Nûredîna Zaza ji beriya çend salan de hatiye vekirin, lê şoreşê keysek danî pêş wan, û wan jî ev keys bi lez xistin piratîkê û sûd jê wergirtin, û holên Osman Sebrî û Celadet Bedirxan û navenda Cegerxwîn ji bo çandê hatin vekirin. Hêvîdar im ev tevgera hanê rola erênî, ji bo çanda kurdî û ji bo hevpejirandinê bilîze.

Ji hêla din de, ev yeka dide xuyakirin, Kurd xebatkarên xwe ji bîra nakin, û ji bo wan jî wefadar in.
Ez ne hevalê wê nerînê me, ku mixabin hin kes nirxê vê tevger û tevdîrê erzan dikin, û weha diçin, ku ev kes an jî ev rêxistinên van holan vedikin, bazirganiyê bi navên wan nemiran dikin, çimkê evana gelek nerindî li wan nemiran kirine.

Ev boçûn rexnekirina wan nemiran bi hêriş û nerindiyê diguhêze, û wan nemiran ji qulafetê mirov bi derdixe, û ber ve nîvxwedayan hildide. Ev jî ne rast e. Ji ber ku mirov mirov e, dê ji kêmanî û şaşîtiyan ne şûştî be, û pêre jî dê her armanca rexnekirinê be, lê ev rexnekirin nikare cefayê wan kêm an jî erzan bike; ango gava tu kesekî din rexne dikî, ev rexnekirin rê li pêş te nagire, ku tu eynî wî mirovî bipesine.

Li hêla din hinek jî weha diçin, ku partiyên me bi vê bizavê radibin, ewana ji erkên xwe yên, ku şoreş pêdivî dibîne direvin, û xelkê bi tiştine din mijûl dikin. Bi baweriya min xwediyên vê nerînê jî şaş diçin.
Eger derfet lêhat, da em xebatkarên xwe ji nû ve vejînin, holên çandî û civakî, kolan û gundan û distanan bi wan binavînin, çima emê nekin? Çima emê bêjin ev bizav nîşana revê ye? Ma gelo tenê rûyekî şoreşê heye? Ma wateya şoreşê ne ew e, ku realîteyê ji binî de hilweşîne, û yekeke dine nû li ser kavilên wê bafirîne? Ma ev bizav, di riya hilweşandina çanda zordest, ne gaveke giring e?.

Li dema dawî, gelek dezgeh ku mîna sendîqeyan e, li hin bajarên kurdan hatin damezirandin, serberdana damezirandina wan dezgehan çawa dibînî?


Bi baweriya min, ev yeka tiştekî normal e, ji ber ku civaka me birçiya van awayên dezgehan e, û ji hêla din de, her heyameke nû dibe motika guhertinan, pêre jî pir tiştên nû derdivin holê, lê wek Kurd dibêjin: kevir tol dibe û li şûna rast radiwest e, ev dezgehan jî dê werin bêjingkirin, û yên sûdar dê bimînin.

Yekîtiya Rojnamevanên Kurd hate damezirandin, her wisa Yekîtiya Nivîskaran, ji berê ve jî Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî heye, êdî tu wek nivîskar, vê yekê çawa dibînî?, gelo mirov dikare bêje ku perçebûna nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanan jî destpêkir?

Li tevayî cîhanê, û li her welatan saziya rojnamevanan heye û ya nivîsevanan heye. Eger em ji vir de li vê pirsê binerin, em dikarin weha biçin, ku hebûna her du dezgehan tiştekî normal û erênî ye. Lê li ba me her tişt, eger ne bi kêfa min be, ne normal e.

Lê ji ber ku hevbenda nivîsevan û rojnamevanên Kurd berê heye, bi ya min be divê mirov li serê xwe siwar nebe, û nebêje ez yê kevin im, min rêç daniye, û divê tu li pey min were.
Min bala xwe da nivîsên gelek nivîsevanên hevbendê, piraniya wan weha diçin, ku di pêşerojê de dê ji hevdu veqetin û bibin du sazî; yek ya rojnamevanan û yek ya nivîsevanan; ango pirs dê were riya rast. Lê eger ji îro de mêldar û endamên hevbendê bi çav û helwesta neyênî li wan her du dezgehan binerin, û helwesta mêldar û endamên wan dezgehan di tenga hevbendê re neyênî be, bê guman pirsgirêk dê mezin bibe, û perçebûna nivîsevanan û rewşenbîran dê dupat bibe, û dê gelekî ziyandar be, ji ber ku endamên van saziyan ne mîna yên partiyan ji hemî ref û beşên civakê ne, belê ewana entilcênsiya civakê ne. ِ

Dîsan bi ya min be, evê hevbendê xwe bi xwe xiste goşeya teng, gav tozika xwe berda meydanê, û pêre jî, li gor wê tozikê, xwe bi du awayan da xwuyakirin; awayek dibêje damezirandî ye, û awayê din dibêjê ew hîna di pergala danustandinê ye. Berê jî min li ser vê yekê gotarek bi zimanê erebî nivisand, min nerîna xwe tê de da xuyakirin, ez naxwazim li vir jî careke din dubare bikim. Xwendevan û hevpîşe dikarin wê gotarê di vê lînka jêrîn de bibînin: http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=v iew&id=8997&Itemid=29

Bi gumana te, nivîskar û rojanamevanên kurd dê karibin kesayetiya xwe, hêvî û armancên xwe di wan dezgehan de bibînin?.

Çi dezgeh dibe bila bibe, polîtîkî dibe an jî sîvîl dibe, danasîna wê nîşan dike, ku erk û berjewendiya hevbeş di navbera endamên wê de heye. Gava tirazûwa vê xalê bi hêlekê da dagere, ango ji sîstemê derkeve, dê du rûtî tê de cih bistîne, pêre jî dê hinek armancên xwe bin pê bike, vê gavê gelek endamên wê nikarin xwe di wê de bibînin, û tîkên mezin dê lê kevin.

Tu pêşeroja kurdan di Sûriya nû a piştî rûxandina rêjîmê de çawa dibînî?. Gelo wê kurd karibin bighên mafên xwe, yan şoreşa kurdan piştî rûxandina rêjîmê destpêdike?.


Em ji hêla siçî de li mafan bimeyzînin, em dê bibînin, ku çênabe mirov destên xwe deyne ser mafên kesên din, lê realîte her tim astengiyan dide pêş xebitandina têoran, û nahêle bi wê hêsaniya têorî (nezerî) maf werin wergirtin. Ji xwe eger realîte ne wisa ba, dê mafên kesekî li ba yên din nemabana, an jî kesekî nedikarî mafê yên din bigirtana. Vê lomê mirov bi pelandinê mafên xwe nas dike, sînor dike, û ji bo wergirtina wan mafan dixebite.

Eger em vegerin pirs û bersiva sisiyê, em dê bersiva beşê pir yê vê pirsê bibînin, vê lomê ez naxwazim dubare bikim.

Lê eger Kurd ji destkeftiyên şoreşê bê par man, yan para wan hat kêmkirin, bi baweriya min, eger Kurd bi wê yekê qayîl bibin û wê bipejirînin, hemî xebata wan, ya dûr û dirêj dê ber ba bibe, û pergala wan dê xirabtir bibe. Vê lomê, bi ya min be, divê Kurd ji îro de, hîna şoreş li dar e û germ e, dest ji erkên xwe berndedin û mafên xwe nexin bazaran. Gotina ku hin kesên rikberiya Sûrî dicûn û dubare dikin, ku pêşî rûxandina rijîmê pêwîst e, û paşê tiştên din dê werin gengeşekirin, ji hêlekê de mirov ditevizîne, û ji hêla din de ne rast e. Çima?

Ne rast e, ji ber ku li tersî navê vê keteleftê û serhildanê ye. Ev bizava gelên Sûriyê navê (şoreşê) hilgirtiye, ev nav jî hin pêdiviyên herî pêwîst hildide ser milên wê, yekemîn pêdivî ew e, ku pirograma wê ya tevayî hebe, şoreş bê pirogram nabin; şoreş ne tenê rûxandina rijîma ye, belê nerîneke wê ya tevayî divê, hemî warên jiyana gel, civakî, aborî, çandî, netewî û gelêrî û her wekî din, analîze dike, û çareyan li gor nerîna xwe ji bo wan waran datîne; ango şoreş realîoteyê hildiweşîne, û yekeke nû ava dike, eger ev yeka di dema şoreşê de sayî nebe, dê gelek astengî derkevin holê, û riya çareyan dijwartir bikin.

Dêmek divê Kurd vê boçûnê nepejirînin û pê netevizin, çimkê birayên me berê li Iraqê û li Îranê di vê ezmûneyê re derbas bûn, divê em ji rewşa wean sûdê werbigirin. Ji xwe gotina dê werin gengeşekirin, dê me vegerîne gava pêşî, û xebat û xwîn û qurbaiyên me danê şoreşê wenda bike.

Elmanya, 14. 07. 2012. heyder52@hotmail.de

Jêder: Pênûsa Nû
Hevpeyvîn ji aliyê Qado Şêrîn ve hatiye çêkirin.