Serrûpel Magazîn “Min çima di klîba xwe de cih da cenazeyê PKKê“ (Vîdyo)

“Min çima di klîba xwe de cih da cenazeyê PKKê“ (Vîdyo)

Belav bike

Selda Bagcan, behsa klîba ”Ogul” kir û diyar kir ku, wê di klîb xwe de cih daye cenazeyê PKKê jî.  
Selda Bagcan wiha dibêje, “Di klîba min de cenazeyê PKKê jî heye. Tenê aliyek nîşandan ne gor min e. Ku bi baldarî binêrî tê dîtin. Cenazeyekî din jî heye li wira. Him şehîdên me hene him jî cenazeyê yê ku eslê xwe Kurd e heye. Wana jî miriyên xwe re dibêjin şehîd. Çi dibe bila bibe, bes ku nemirin. Ku hinekî jî, ji teref wan nîşan bidin, belkî dayikên wan wê lawên xwe ji çiyan daxînin.”  
Stranbêj Selda Bagcan, beşdarî bernameya “Pirsên Dijraber” a CNN Turkê bû û li ser pirsgirka Kurd nêrînên xwe anîne ziman. Bagcan diyar kir ku, kesên ku ew qereqolana bi wî awayî hîştine, yên ew zarokên me wek çivîkan didine kuştin, ku li Çînê bûya wê hemû dardakirana