Serrûpel Nûçe Emîne Erdogan: Esma ji bo min şkestina xeyalê ye

Emîne Erdogan: Esma ji bo min şkestina xeyalê ye

Belav bike

Hevjîna Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Emîne Erdogan, ji bo dosta xwe a berê hevjîna Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad, Esma Esad, bêdengiya xwe bi dawî kir. Emîne Erdogan bi rojnameya Hurriyetê re peyivî. Li ser pirsa, “”Rewşa Suriyê malum e. Bi Esma Esad re dostaniya we a berê tê zanîn. Hûn çi difikirin?” Emîne Erdogan wiha gotiye: “Bûyerên Suriye ez gellekî êşand im. Em mirovên amator in. Em mirovan wek dost digrine nav dilê xwe û bi rastî jî dibine dost. Min dilê xwe ji wê re jî vekir. Ji bo min şkestina xeyalê ye… sala çûnê bi rêya Beşşar Esad min ji Esmayê re xeber şand. Min jê rica kir ku ji min bigere lê venegeriya min. Min bawer nekir, çimkî em gellekî dost bûn, di nav me de protokol tinebû. Carê bifikirin, hîn ku ev bûyerana derneketibûn, Esma, bavê xwe, dayika xwe, birayê xwe û zarokên xwe girt û hatine mala me. Me wana li tatîlê ezimandin, haja çapemeniyê jî lê nebû.”
Li ser pirsa, “ger Esma li te bigeriya, têlefon bikira te yê ji Esma re çi bigota?” Emîne Erdogan : “Xwezîka ji min re têlefon bikira. Min ê jê re bigota, zarokên xwe bigre û were ba me. Em ê te biparêzin. Min pirr dixwast ku bi zarokê xwe re were cem me.”