“Bi minasebeta roja ciwanan a cîhanî, ji dil pîrozbahiyê li yek bi yek gêncên Kurdistanê dikim û hêvîdar im hemû rojên wan xweşî û şadî bin û di bin sîbera parastina mafên wan de, jiyana wan hertim azad û tejî afirandin û berehem be.
Yek ji ewlewiyatên karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê, geşepêdana Kurdistanê ye. Ev pirosese jî, bêy çareserkirina pirs û giriftariyên ciwanan, peydakirina derfetên beşdarîkirina wan di vê pirosesê de û bikaranîna îmkan, hizir û karê ciwanan, nagihîje armanên xwe.
Drûşmê (geşepêdana Kurdistanê bi beşdariya ciwanan) ji siyaset û stratejîya hikûmeta herêma Kurdistanê çavkanî giritye, bi vê yekê em dixwazin hemû deriyan bi hevbeşiya yeksan digel ciwanan di tevaya pirosesa binyatdanana nuha û paşeroja welatê me de vekin.
Bi hizir, kar û afrandinên xwe, ciwan dikarin pirensîpên demokrasîyê, azadiyê, mafên mirovî, pêkvejiyana biaşitî, lêbihurînî, hevqebûlkirin, dûrketin ji hemû awayên şidetê zîdetir biçespînin û bibine şirîkên aktîv û erênî di dariştin û biryardana wê siyaseta ku îro û paşeroja jiyana wan diyar dike.
Ji bo van armancan, jibilî hikûmeta herêma Kurdistanê, pêwîste civaka medenî û sektora taybet jî deriyên xwe li pêşiya jîrî û îmkanên ciwanan de vekin derfetên karî û beşdariyê û şirîkatiyê bo peyda bikin.
Careke din roja ciwanan a cîhanî pîroz be û em ji ciwanan re dibêjin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta we ye û bi hevbeşî kar ji bona geşepêdan û pêşkeftina Kurdistanê dike.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
11ê tebaxê 2012ê”
Avestakurd