Serrûpel Nivîskar Xwekûjî

Xwekûjî

Belav bike
Parlamenterê berê yê CHPê, parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê, hevserokê kongreya civaka demokratîk, Ahmet Türk berê bi çend rojan hevpeyivînek da rojnameya tirkî Hürriyetê.

Min nûçeya derbarê vê hevpeyîvînê di Nûkurdê da xwend.

Li gorî vê nûçeyê E. Türk di wê hevpeyivînê da gotîye: “heke her 4 perçe bibin yek wê çaxê tê wateya xwekujiya kurdan.”

Ahmet Türk berîya vê hevpeyivînê di derbarê gelê me yê rojava ku van rojan hinek ber bi azadîyê va dimeşin da mîna her kurdekî şa bûbû û gotibû: „Bila sînorên di navbera çar parçeyan da rabin, her çar parçe jî azad bin.“

Wisa dixuyê  A. Türk rexne û reaksyon lê hatine kirin, ku ji wê rojnameyê ra gotîye: “Mebesta min ji rabûna sînoran, ne yekbûna cografî ye. Azadbûna cografîyayeke kurdî bêku ku sînor rabin jî gengaz e. Ma di navbera Almanya, Frensa û Italîyayê da gengeşeya sînor heye? Di her çar parçeyan da yekbûna kurdan wê bibe xwekûjîya kurdan.“(!)

Mediyaya tirk bingehê xirabbûna gîyanê û rabûna pîleya tansîyonê ye ji bo min.

Pir zarûrî nebe lê narênim û naxwînim wê medyaya hîlekar.

Ji bo ku şaşîtîyek nekim li wê rojnameyê gerîyam li Googlê, lê min hevpeyivînê nedît. Ez rast li rojnameyeke din a tirk a bi navê Radîkal hatim wê jî heman gotinên E. Türkî wek nûçe balav kiribû.

Cîyê seyr û balkêşîyê ye: Medyaya kurd, bi taybet li bakûr li serok, sîyasetmedar û rûspîyekî kurd rexne bike, pêşn û his ji wan dernayê, ciddî jî nagirin.

Lê heke ev medyaya Tirk be, ew serok, rûspî û sîyasetmedarên „me“ derhal ber bi wan da direvin, bi hêlemêl li ber têlevîzyonên wan dibin rêz adeta.

Na nizanim „Min wisa negotibû, ez şaş hatim fêmkirin, mebesta min ne ew bû!“

Gotin berê hemû tiştî di sîyasetê da girîng e, xwasma ev gotin li hember dewleteke zordar a tirk, ji bo azadkirina milletê kurd be.

Hele ew dewleta dagirker û çapemenîya wê ya hîllekar ku dikarin tayekî mû bikin  çil parçe.

Sîyasetmedar, serok û rûspîyên „me“ hezar sondê dixwin, sed telaqê davêjin ku ew naxwezin ji „Tirkiyeyê“ biqetin!

Heta ku rehên stûyên wan biwerime dibin parêzwanê ala û „mîsakî mîllîyê tirk“!

Gotina min ne tenê ji kek Ahmet Türk ra ye, ku bi camêrî û qelenderîya xwe gelek berdel dane ji bo aştî û azadîyê.

Gelek xizmetên wan ên hêja jî hene. Hin ji wan cîyekî qedirbilind jî heye di nava gelên Kurdistanê da, lê bi giştî di rewşa malwêranîyê da ye çîna sîyaseta kurdî.

Di serî da Abdullah Öcalan ku ev bi salan e dîl e di destê dewleta tirk da, serok, sîyasetmedar, rewşenbîr, rûspî ûwd.

Çend awarte ne tê da hemû jiyana bi tirkan ra hezim kirine; çi ji dil û çi bi sîyaseten. Ketine pêvajoya înklusionê, entegre bûne. Yek ji sedemên sereke ku hêzê dide dewleta tirk ev e. Bingehên vê yên kûr ên dîrokî hene.

„Tirkîye“ buhîşta têgîn û peyivên ehmeq e. Mîna: „Kurdistana Tirkiyeyê“, „Kurdistana Iranê“, Kurdistana Iraqê“ „Kurdistana Surîyeyê“ yan jî „Kurdistana bi wan welatan va girêdayî“ (!) Berê mendele û herifandin hebû, niha ev têgînên ehmeq!

Nabe wisa!

Ne çar, Kurdistanek heye.

Welatek, cografîyayek bi navê Kurdistan heye ku piranî kurd bi milletên din ra li serê dijîn.

Ev welat bi alîkarîya dewletên emperyal ên rojavayî va di navbera çar dewletan da hatîye parvekirin. Nabêjim tamamen vekişîyan lê lingên du ji wan dewletan şikîyan, man du dewletên din ên dagirker li Kurdistanê.

Welat welatan danagire, dewlet welatan dadigirin yan jî azad dikin. Çi bi fîîlen, çi bi aborî û teknolojî. Ji roja dewlet derketîye holê heya îroj ev wiha didome û diçe.

Pirsgirêk ne „yekîtîya“ Kurdistanê ye. Kurdistan bi çar alîyên xwe va jixwe yek zemîneke cografîk e, pîlatoyeke bilind e li cîhana me. Meriv dikare du welatan, du parzemînan bi hev va bizeliqîne! Çawa bêaqilîyeke wisa dibe?

Pirsgirêk yekîtîya Kurdan e, azadîya wan e ji bin nîrê kolonyalîzmê. Ji bo ewlekarîya vê azadîyê jî dewletbûn e û serxwebûna vê dewletê ye ji bo kurdan.

Ev ne xwekûjî ye û ne jî xeyal e ji bo kurdan.

Berevacî jîyana di bin banê dewletên dagirker da xwekûjî û xwetinekirin e. Kurd ev hezar sal in di bin banê dewletên tirk, ereb û faris da çi bi zorê, çi jidil dijîn.

Gelo dijîn?

Hun ji vî jîyanê ra dikarin bêjin jîyan?

Rûsîpîyekî me yê din ê bakûr jî dibêje; „Bila rojavayê Kurdistanê jî tevlê Tirkîyeyê bibe!“ Ew rojavayê ku nû çavên wê vebûne azadîyê. Ew rojavayê ku bi salan e xizmeta şoreşa bakûr dike. Dîsa bikeve bin toqê êgir a dewleta tirk?

Ev çi cesaret e? Ev çi bêsiûdî ye?

Payebilindekî dewleta me ya başûr dibêje: „Kurdên bakûr birayên me ne, lê ne şirîkên me ne!“ Helbet, kurd birayên hev in. Lê şirîkên hev in jî.

Baş e ne şirîkên te ne, tirk û ereb û faris in şirîkên te? Ku te aborîya welat ji sedî 80 radestê tirkan kirîye. Zêdeyê 20 dibistanên Fetullah li wir vekirîye.

Te aqilê xwe bi zîlika pîvazê ra xarîye?

Van dewletên Ewropayî jî pêwist e meriv baş nas bike, neku her carê bi dewletên dagirkerên Kurdistanê ra bide ber hev.

Belê sînor rabûne li Ewropayê, lêbelê dewlet ranebûne. Heta biqasê mezinayîya Mêrdîna me gelek dewletên hûrik û mûrik jî çêbûne van sî salên dawîyê, ku kurd hîn jî têdikoşin ji bo azadî û serxwebûnê. Û ev hemû dewlet jî di bin banê sê dewletên mezin da dijîn: Almanya. Îngilistan û Frensa.

Heta di nava van da jî ê li pêş Almanya ye, ku her carê yek ji wan dewletên “biçûk” tê ber derîyê Angela Merkel deyn dike.

Amerîkaya ku wek “abîdeya azadîyê” dixuyê, tu herî wî welatî dewleta wir 12 saet, carinan du roj wê te li ber sînorê xwe birawestîne heta ku pasaport û vîzeyên te tekûz bin jî!

Gelo sînor radibin, yan dewlet bi hêza aborî û teknolojîyê sînorên nû çêdikin ji xwe ra?

Tikaya min li rûspî, serok, sîyasetmedar û heta rewşenbîran ew e ku rûnên bîranînên xwe binivîsînên neku şîretên jîyana di bin darê dagirkeran da li nivşên me yên nû bikin û serên wan jî tevlihev bikin.

Gelo ew “hessasîyeta” mêzîna cîhanê, yan jî ew “rewşa jeopolîtîk” rê nade dewleteke kurdî li cîhanê?

Baş e bila çar dewletên kurdî hebin li rojhilata navîn.

Digihên hev, nagihên hev bila kurd biryarê bidin.

Neku hêzên ji derva û ne jî, xwedîyên teorîyên jîyana bi dagirkeran ra.

Azadî û serxwebûn mafekî demokratîk e.

Mîna her millet, Kurd jî wê bigihîjin van mafên xwe.