Serrûpel Nûçe Li Qamişloyê teqîn!

Li Qamişloyê teqîn!

Belav bike
 Li gorî çend jêderên ji Qamişloyê ji Avestakurd re ragihandîn, ji dengê teqînê bajarê Qamişloyê hejiyaye. Jêderan heman pêzanîn ragihandin ku tirimbêleke barkirî bombe hatiye teqandin û tirimbêlên hawarhatinê ber bi cihê bûyerê ve bilez çûne. Her weha piştî teqînê hêzên ewlekariyê deverê belavbûne gule bera asîman dane. Tê guman kirin ku kuştî û birîndar hene. Lê, heta niha der barê ziyanê de tiştek nehatiye zanîn.

Avestakurd