Serrûpel Nûçe Li Roboskiyê mînîbusa leşkeran wergeriya :11 mirî (Vîdyo)

Li Roboskiyê mînîbusa leşkeran wergeriya :11 mirî (Vîdyo)

Belav bike

Li Şirnexê li tala gundê Roboskiyê, mînîbuseke ku leşker vediguhestin a sivîl wergeriyaye. Di encama qezaya trafîkê de, agahiya ku gundiyên Roboskiyê dane, tê gotin ku di mînîbusê de qasî 21 leşker, ku rutbeya pirraniyê wan payebilindbûne, hebûne û ji wan 10 leşker û sivîlekî jiyana xwe wenda kirine.   
Bûyer, li tala gundê Roboskiyê qewimîye û destpêkê, gundîyên Roboskiyê reviyane hawara leşkerên birîndar. Di nav yên çûne hawara qezaya trafîkê a leşkeran de, Ferhat Encuyê ku birayê wî di komkujiya Roboskiyê de hatibû qetilkirin jî hebûye.
Ferhat Encu, li ser hesabê twittera xwe wiha nivîsandiye:
“Li Roboskiyê mînîbusa sivîl wergeriya, têde pirr leşker hene. Hejmareke pirr mirî û birîndar hene. Tenê sivîl midaxela bûyerê dikin, li holê leşker tine ne.”
“Qeza li Roboskiyê pêk hat. Dibêjin di wesaîtê de 21 kes hebûne. Sivîlekî û zêdetirî 10 leşkera jiyana xwe wenda kirin.”