Serrûpel Nûçe Emerîka dê bibihayê 12 milyar dolar çek bide Bexda

Emerîka dê bibihayê 12 milyar dolar çek bide Bexda

Belav bike
 Li gor hin berpirsên Emerîka bê ku navê xwe aşkere bikin ji AFP’ê re aşkerekirin ku serdana Sererkanên Artêşa Emerîka Martin Dempsey ji bo Bexdayê mebetsa xwe qebûlkirina Emerîka ji bo firotina çekan bo Îraqê ye. Di heman demê de van berpirsan diyarkir ku weke beşê yekê ji peymanê  dê li sala 2014’ê 36 balefirên şer yên ji curê F-16 hin çekan radestî Îraqê bike. Her weha Ofîsa Serokwezîrî Îraqê Nûrî El Malikî jî daxuyaniyek da û got ku Malikî daxwaz kiriye ev peyman zûtirîn demê bicîh bê. Hêjayî gotinê ye, şevê din (21/8/2012) ji nişkave Sererkanê Artêşa Emerîka serdana Bexdayê kir.

 

Avestakurd