û tundûtûjiya ku girêdayî şer e jî roj bi rojê zêdetir dibe. Ji xeynî şerê ku di navbera Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê û PKKê de diqewime; ji aliyekî ve kuştin, revandin, rêbirrîn, desteserkirin û tehdîtkirina mirovan û ji aliyekî din ve jî wekî ku li Dîlokê qewimî “Tundiya Kor” dibe sebebê kuştina însanên bêrî.
Daxwazên xelkê Kurdistanê yên li ser heq, edalet û azadiyê bi qasî tarîxa Cumhûriyeta Tirkiyê kevn in. Heqbûna vê dozê ne dabaşa nîqaşê ye. Lê bi tu awayî nayê qebûlkirin ku ev doza heq, bi rêyên nemeşrû yên tundûtûjiyê û çalakiyên dij hiqûqî û dij exlaqî bête bincilkirin û ser wê bête girtin.
Teqîna li Dîlokê ya ku li dijî dîn, wijdan, exlaq, hiqûqê navneteweyî û li dijî nirxên xelkê Kurdistanê ye û çalakiyên mînanî wê; ji hêla kê ve hatibe kirin û li hemberî kê pêk hatibe, ji hêla me ve hatiye mahkûmkirin û dê ji niha pê de jî bête mehkûmkirin.
Meyla tundûtûjiyê ya ku di roja me de jî her ku diçe zêdetir dibe, Rojhilata Navîn û coxrafiya Kurdistanê xistine bir bandora xwe û ew kirine êsîrên xwe. Çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê heq, edalet û azadiyê û muzakereyên ku ji her du aliyan ve bêne meşandin, rêya herî maqûl e. Pîrozdêrandin û xweşdîtina tundûtûjiyê, ji bo civakê, hemî aliyên şer, nirxên Îslamî û yên însanî bizerer e. Herwiha ne di xêra Kurdistanê û xelkên birayên Kurd ên cîran de ye.
Muxatebê xelkê Kurdistanê, dewlet û hukûmetên ku coxrafiya Kurdistanê xistine bin destê xwe ne. Tu problema xelkê Kurd bir xelkên bira, însanên masûm û kesên sivîl re tuneye. Ne mumkin e ku çêbibe. Herwiha em kuştin, revandin, rêbirrîn, desteserkirina însanan û bûyera teqandina bombeyê li Dîlokê ku bi nêrîneke objektîf “teror” e û çalakiyên mînanî wê bi tundî şermezar dikin û ji bo dîtina failên wê çalakiyê em gazî her kesî dikin.
Bi vê wesîleyê, ji bo ku Meseleya Kurdan û Doza Kurdistanê li ser esasê heq, edalet û azadiyê bê çareserkirin em hêlên elaqedar (aktor û dewletan) ji bo di zûtirîn demê de aştî pêk were dawetî muzakere û diyalogê dikin.
Di gel silav û rêzên me
Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa Azadî