Serrûpel Nûçe Barzanî serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê kir

Barzanî serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê kir

Belav bike

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mabesta ji nêzîk ve dîtina rewşa penaberên Kurdên Rojava (Sûriyê) serdana kampa Domîz kir. Li dema serdanê de kampa ku niha zêdeyî hezar malbat lê dimîne bi jin, keç, zarok, zilam derketine pêşwaziya Serokê Herêmê û bi dirûşmeyên ‘bijî Serok Mesûd Barzanî, bi can bi xwîn em bi te re serok’ ew pêşwazî kirin. Avestakurd ku di pêşwazîkirinê de amade bû, kêlî bi kêlî hatina Serokê Herêmê şopand. Li dema Serokê Herêmê gihişte kampê bi hezaran kes ji ber hezkirina xwe ya jê re, be bi cenabê wî ve herikîn. Hêjayî gotinê ye, serdana Serokê Herêmê coş û keyfxweşiyek mezin di nava penaberên kampê de derxiste ortê.

Avestakurd