Serrûpel Nûçe Arinç girtina BDP şaş dibîne

Arinç girtina BDP şaş dibîne

Belav bike
 Arinç bû mêhvanê beşa nûçeyan ya televîzyona D a Tirkî û der barê çalakiya PKK’ê li navçeya Elkê a Şirnexê çêbûyî de bersiva pirsan da. Arinç di nirxandina xwe de der barê Serokê PKK’ê Ocalan de got ‘di giravê de dê bê ji bîr kirin’ û bal kişand ser gotûbêjin der barê girtina BDP’ê de û weha pêdeçû “Dema BDP’lî derbasî parlementoyê bûn, ez fikrîm û keyfxweş bûm ku BDP’ê dê zimanê siyasetê bi kar bîne. Dê rêxistina terorê bi tenê bimîne, dê bê jiderve hiştin. Lê tu dibê qey rêxistina terorê ev parlementer bin çav kirine. Bi zimanê wan diaxivi, ya ku ji wan re dibêjin bike dikin. Lê gelo bila parelementotiya wan ji wan bê standin? Ev biryareke siyasî ye. BDP’ê dixwaze xwe bide girtin. Tu çend van partiyan bigire dê zêdetir nerazîbûna gel wan bide jiyankirin. Ji bo ku em rûn li nanê van nekin ez ne ligel wê me parlementotiya wan ji wan bê standin.”

 

Avestakurd