Hasan her wiha got, PYD êrîş birin ser çalakvanan û gelek ji wan girtin û meşên li dijî rêjîmê xerab kirin.
Akif Hasan her wiha got ku Kurd beşek ji şoreşa Sûriyê ne û divê rola wan di vê şoreşê de mezin û berbiçav be.
Akif Hasan bal kişande ser xaleke girîng, got PYD bi serê xwe kar nake û nikare biryarên serbixwe bistîne, ew li ser biryarên Qendîlê tevdigre.
Li gora Akif Hasan, ku demekê berpirsiyarê yekemîn yê dîplomasiya PKK bû û hemû pêwendiyên PKK yên dîplomasî di bin destê re derbas dibûn, got PKK jî li gora ajendeyên Iranê kar dike.
Hasan got, bi peymaneke di navbera PKK û Iranê de dawî li partiya PEJAK hat ku PKK ew ji bo Kurdên rojhilat çêkiribû û demekê êrîşên giran birin ser hêzên Iranê.
Akif Hasan got ew ditirse ku di dema pêş de PYD bibe mînakeke Hizbullah li Lubnanê û roleke weke Hilzbullah li herêmên Kurdan bilîze.
Akif Hasan her wiha got divê rola partiyên Kurd neyê ji bîr kirin lê belê ew nikarin weke tê xwestin rola xwe bilîzin û qels dimînin.
AVESTA KURD