Serrûpel Magazîn Bihayê vî marî 120 hezar dolar e

Bihayê vî marî 120 hezar dolar e

Belav bike

Li Tirkiyê marê ku bi 2 renga derdikeve hemberî me, bi rengên zer û reş Margîskê Qafqas, pirr kêm tê dîtin. Girtin û nêzikbûna mar
qedexe ye û cezayê wê 33 hezar lîre ye. Mar, herî zêde li bajarê Behra Reş Artvînê tê parastin. Margîskê Qafqas li derveyî Tirkiyê
heta 120 hezar dolarî jî pera dike.
Di vê mijarê de zanyarê ku xebatan dike Zoolog Prof.Dr.Bayram Goçmen, diyar dike ku li Tirkiyê herî zêde margîskê qafqas li herêma
Rojhilatê Behra Reş hene û cureyeke maran a ku pirr kêm tên dîtin in. Dirêjiya margîskê qafqas 50-70 santîmetre ye û marekî gellekî
xweşik e. Li daristan, quntarên newal, bax û baxçeyan de derdikevin holê.
Margîskê Qafqas, cureyeke marên ku jehrîn in lê jehra vî marî mirova nakuje, cihê ku mar pê digre diwerime.