Serrûpel Nûçe Îro salvegera wefata Yilmaz Guney ye

Îro salvegera wefata Yilmaz Guney ye

Belav bike

28 sal berê di 9-ê îlona 1984-a da li Parîsê li surgûnê ji nava me koç kir û çû ser dilavaniya xwe.
Îro li seranserê cîhanê kurd vî hunermend û welatparêzê kurd yê mezin bi giramî û bi hurmetekemezin bibîr tînin.
Yilmaz Guney di her warî da merivekî pir hêja û pir mezin bû, pir zû, di demeke ku hewcedariya gelê wî pir bi wî hebû mirinê ew ji me stend.
Lê berhem û mîrata ku Yilmaz Guney li pey xwe hîştiye, mîrateke pir hêja û pirmezin e, gelê wî ewê im û tim bi mîrata Yilmaz serbilind be.
Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe da li ser rewşa kurdan û Kurdistanê wiha gotibû:

“Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar alîyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe, azad û serbixwe bijîn.”
///YILMAZ GUNEY

Ez Yilmaz Guney bi hurmeteke mezin bibîr tînim. Bira gorra wî buhuşt be! (Zinarê Xamo)