Serrûpel Nûçe Aysel Tugluk: “Min li wira aşîtî hembêz kir“

Aysel Tugluk: “Min li wira aşîtî hembêz kir“

Belav bike

Hevseroka KCDê (Kongra Civaka Demokratîk) û Parlementer Aysel Tugluk, îro, li ber dadgeha ku doza 47 rojnamevanên girtî dihat dîtin, li Stenbolê daxuyanî da û di hin mijaran de nirxandinên xwe bi rayagiştî re parve kirin. Tugluk, di mijara rakirina destnedayîniya 9 parlementerên BDPê yên ku li Şemzînanê, di rê birîna gerîlayên PKKê de, bi gerîlayan re helwesteke germ nîşan dabûn û hevdu hembêz kiribûn de got, “min li wira aşîtî hembêz kir.” 
Aysel Tuglukê wiha daxuyand: “Li kudera cîhanê hevdu hembêzkirin suc e, ez nizanim lê, tê xuya ku li Tirkiyê sucekî nû wê peyda bikin. Min li ser navê biratî û aşîtiyê gerîla hembêz kir, min li wira aşîtî hembêz kir. Niha Tirkiye vê hembzkirinê niqaş dike, bila şûna vê, niqaşan bikin ku çima ew ciwanana çek girtine û çima hilkişiyane çiya. Li wira gerîlayan jî, me jî peyamên aşîtiyê dan. Me li wira pesna şer neda, me peyamên aşîtiyê dan. Armanca hikumetê ew e ku, me di siyasetê de bêdeng bike. Loma jî ku em çi bikin, çi gavên demokratîk bavêjin, li gorî hikumetê suc e. Ger parlementer ji meclîsê bêne dûrxistin, ev ê hêviya Kurdan tine bike û Kurd wê berê xwe bidine aliyên hîn radîkal. Ev jî ji bo Tirkiyê ne rewşeke baş e.”