Li gor Aknewsê, vê komê daxuyaniyek belavkirî ye û di daxuyaniyê de tund li dijî wê yekê derketiye ku li Herêma Kurdistanê alfabe bibe bi pîtên latînî. Di daxuyaniyê de tê gotin ” Em piştgiriya hewl û xebatên kurdan li her derî dikin ku bo azadî û bifermîkirina zimanê kurdî tên dayîn. Lê divê taybetmendiyên her beşên Kurdistanê jî bên dîtin û tu beşek mafê xwe nebîne ku siyaseta xwe ya ziman bi ser yên de bisepîne.” Û ev kom dibêje ” Di heyama hezar salên borî de, 85% kurdan bi alfabeya erebî nivîsine û xwendine. Alfabeya latînî ji aliyê rejîma kemalîst ya Turkiye û alfabeya krîlîk jî ji aliyê rejîma Stalîn ve bi ser kurdan de hatiye sepandin. Ji ber wê jî divê kes behas guherîna alfabeya kurdî neke û ev yek divê wek xeta sor bê dîtin. Guherînek wiha dê li ser ziman metirsî çêbike.” Her weha ev kom Konferansên Zimanê Kurdî ku li salên 2010 û 2011 li Amedê û Hewlêrê pêk hatîn wan weke ‘xwepêşandana siyasî’ bi nav dike û dibêje ku van konferansan çareserî ji bo zimanê Kurdî nedîtine.
Avestakurd