Serrûpel Nûçe Wezîra berê sûkayetî li Kurdan kir (Vîdyo)

Wezîra berê sûkayetî li Kurdan kir (Vîdyo)

Belav bike
Wezîra berê Îmran Aykut, di weşana zindî de, bi îdiayên xwe yên binfilitî, di serî de ji gelê Kurd, buxtan û heqareteke mezin ji gelê herêmê a  Başûr Rojhilatê Anatolyayê kir. Îmran Aykutê got ku, “li herêma Başûr Rojhilatê Tirkiyê, (ku herêma herî zêde Kurd lê dijîn e û parçekî Kurdistana Bakur e), têkiliyên ensest pirr zêde ne, em vê zanin, qet em veneşêrin, her tim tê veşartin. Ger ku zarok ji bira, mam, xal, heta ji bavê peydah bûye, hûn çawa karin israr bikin ku wî zarokî bînine dinyayê…”