Serrûpel Nûçe Tenduristiya xelkê me ji kompaniyan girîngtir e

Tenduristiya xelkê me ji kompaniyan girîngtir e

Belav bike
 Duhî (12/9/2012) Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di merasîma îmzekirina kontirakta navbera Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya FDAS a Brîtaniyayê di warê kontrolkirina dermanên baş de axivtineke pêşkêş kir. Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de tekez li wê yekê kir ew rê nadin ti kompaniyekê dermanên xerap ser gelê Herêma Kurdistanê ferz bikin. Axivitina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma îmzekirinê de:   


“Amadebûyên birêz 

Siba we bi xêr, hûn hemû bixrê hatin serçavan, bixêrhatina we hemûyan dikim ku, divê rojê de, ji bo îmzakirina kontrakta navbera wezareta tenduristiyê a herêma Kurdistanê û kompaniya FDAS a brîtanî, em hemû li vir civyan e. 

Bixêrhatina nûnerê kompaniyê dikim ku, li vir amade bûye, bixêrhatina nûnerên welatên biyanî li Hewlêrê dikim, bi taybetî bixêrhatina endamên parlamentoya Kurdistanê dikim ku, ew jî li vir amaden e û, ekîd, ji bo wan jî giringe di paşerojê de vê kontiraktê bişopîni in. 

Ev girêbeste ji bo ber bi pêşvebirina kontirola kalîteya wan dermannan e yên ku, ji derve daxilî herêma Kurdistanê dibin, ji bo dariştina stratejîya desteya kontirolkirina kalîteya dermanan li herêma Kurdistanê ye, ji bo dabînkirina wan amêran e yên ku, bo kontirolkirina dermanan pêwîstin û ji bo vekirina kursan bo karmendên KMCA ye daku, di nava yek heta du salan de, ew bixwe bikarbin, bi tenê, wî karî birêve bibin. 

Bi vê pêngavê em dê bikarin ji nuha û pê de hemû derman û pêdawîstiyên tibî di gişt qonaxan de; kirîn, anîn û hilgirtin, çavdêriyeke hûr li ser be daku, dilrehet bin ku, dermanên baş bo xelk û welatê me hatine kirîne, anîne û bi başî hilgirtine heta digihîjin destê nexweşan. 

Bi vî awayî, em dê ji bo reformkirin û binbirkirina gendelîyê li sektora dermanan li herêma Kurdistanê, bi kiryar pêngavan pavêjîn. Herwesa dibe beşek çalak ji pirosesa çaksaziyê li sertaserî cîhanê bo bidestveanîna hukimdariyeke baş di warê dermanan de ku, îro bûye pirsgirêkeke cîhanî, çunkî li gor statîstîkên rêxistina tenduristiya cîhanî, her sal zêdetir ji 4 tirlyon dolar li sertaserî cîhanê bo sektora tendurietiyê û 74 milyar dolar ji aliyê hikûmetan ve bo sektora dermanan tên xerickirin. Lê, mixabin, nêzîkî ji %25 ji wî perey gendelî têde tê kirin. Em dixwazin bi vê pêngavê zêdetir digel welatên deverê, bi taybetî Tirkiye û Urdinê ku di vî warî de çalak in, bo nehêlana bazara reş û dermanên saxte li deverê, beşdar bin. 

Her çiqas belavbûna dermanên xerap û saxte li cîhanê berfireh bûye, lê belê li ser karkirin, nehêlan û rêlêgirtinê, li welatê xwe, em biîsrar in. Em dixwaz in çav li welatên çalak di ware berhingarbûna dermanên saxte, ne ew welatên di vî warî de destberdayî rawestane, bikin. 
Li vir sipasiya hemû karbidest û pisporên hikûmetê dikim ku, di pirosesa pêkanîna vê kontiratê de beşdar bûn, herwesa em li benda karekî gelek profesyonal ji kompaniya FDAS dikin. 

Yaku cîyê dilxweşiyê bû, nûnerê FDAS di axavtina xwe de got: Me dest bi karên xwe kiriye, ez hêvîdarim ew bikarin di vî warî de bi cidî hevkariya me bikin. 

Hemû xelkê Kurdistanê bi rêya saziyên ragehandinê şahîdin ku, me di çend mehên borî de, ji bona rêgirtin li hatina dermanên xerap û expires bo herêma Kurdistanê, kampaniyayeke berfireh dest pê kiriye. 
Bi rastî, di vî warî de, xebat û westiyana birêz wezîrê tenduristiyê kak diktor Rêkewt Reşîd û karmend û hevkarên wî û asayîşa herêma Kurdistanê, polis û yên ku li xalên kontorlî alîkariya karmendên wezareta tenduristiyê dikin, cîyê rêz û teqdîrê ye. Em hêvîdar in ji nuha û pê de jî her bi wê germiyê berdewam bin. Daxwazê jî ji hikûmeta Îraqê dikîn ku, zêdetir hevahengiyê bi me re bike bo kontirolkirina deriyan û rêgirtin li anîna dermanên xerap bo hemû Îraqê û bo herêma Kurdistanê. 

Ka çawa me di dema îlankirina kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê de ragehand, li vir jî em dubare dikin ku, rê ji tu kes û kompanîyan re nayê dan li Kurdistanê dermanên xerap û expires bi ser gelê me de feriz bikin û bi jiyana xelkê Kurdistanê bilîz in. 

Ez dixwaz im wan kompaniyên vî karî dikin agadar bikim ku, hikûmeta herêma Kurdistanê gelek cidî ye ku, rê li vê yekê bigire û tekîd, yên ku bi van karan radibin li herêma Kurdistanê dê bigihîjin cezayên xwe yên yasayî li mehkemeyên herêma Kurdistanê. 

Hikûmeta herêma Kurdistanê stratejiya xwe a nû heye, ez hêvîdar im her ji nuha yên ku dermanan daxilî herêma Kurdistanê dikin û bi tenduristiya xelkê Kurdistanê dilîszin, wê yekê baş bizanin ku, ji wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê ye rê li pêşiya wan bigire, û ekîd dê rê li wan bê girtin, û ekîd dê wan bide mehkemeyan û ekîd jî, di vî warî de, ew reformên pêwîst bin di sektora dermanan de bo selametiya hevwelatiyên Kurdistanê ku wezîfeya ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, dê bên encamp dan. 

Parastina tenduristiya xelkê me ji qazanckirina nemeşrui a wan gelek giringtir e. herwesa di vê hemû wezaretên peywendîdar, bi zûtirîn dem, tewsîyeyên pêwîst bi ser hemû kompaniyên anîna dermanan de dabeş bikin. 
Herwesa daxwazê ji Sandîkaya Dermansazên Kurdistanê dikim ku, wezîfeya xwe di ware nehêlana dermanên saxte de bicî bikin û dermanxaneyên baş vekin û kesên pispor li dermanxaneyan kar bikin ku, bi awayekî baş dermanan hilbigirin û bidin nexweşan. Mixabin, gelek ji dermanxaneyan di warê hilgirtina dermanan li gor pileya germayê û dûr ji tîşka rojê xemsariyê dikin, ev yek jî hemû tesîrê li ser saxlemiya xelkê Kurdistanê dike. Li vir daxwazê ji xelkê dikim ku, ew jî bibine beşek ji fişara hikûmetê li ser dermanxaneyan, bi hûrî li dermanan û awayê hilgirtina wan ji aliyê dermanxaneyan ve dîqetê bikin. 

Her li vir, sipasiya saziyên mediyayê dikim ku, berdewam pirsgirêka dermanên xerap li herêma Kurdistanê dişopîn in, vê jî heta dereceyekê hişiyariyeke baş dirust kiriye. Hêvîdar im di paşerojê jî de saziyên ragehandinê li herêma Kurdistanê li ser vê wezîfeya xwe berdewam bin. Hêvîdar im ew li ser diyarkirina kêmasiyan û bilindkirina sewyeya hişiyariyê di vî warî de berdewam bin. Gelek giringe mediya rola xwe a çavdêriyê di vî warî de bibîne û ji bona selametî û xizmeta hevwelatiyan karên xwe bi giringî bizane. 

Sipasiya wan hemû komîteyan dikim yên ku, eve demeke li hemû bajaran kampaniyayeke pişkinîna xwaringeh, dukan û supermarket, ji bona nehêlana xwarina xerap û expires û paqijragitina van cîyan, dest pê kiriye û pêwîste û giringe jî ew pêngav berdewam bin. Ji ber ku wezîfeya hikûmtê ye ne bi tenê nexweşan çareser bike, lê karê ji wê giringtir eve ku, rê li nexweşketina xelkî, ji sedemê xwarina xerap, bigire. 

Sipasiya hemû bingehên sînorî yên kontirolkirina xwarin û dermanan dikim ku, rê li hatina derman û xwarina xerap digirin, daxwazî jê dikim berdewam bin û bi hûrî çavdêriya hatina dermanan , xwarinê û hemû alavên din li deriyên ser sînorên herêma Kurdistanê bikin. 

Ez gelek hes dikim fêdey ji vê derfetê werbigirim û behsa parastina jîngehê bikim. Me gelek pê nexweşe dema em dibînin ji pencereyên otomobîlan naylon diavêjin derve, cixareyan diavêjin derve, qudîkên betal diavêjin ser cadeyan, vê yekê hemiyê pêwîstî bi saziyên ragehandinê heye ku, xelkê ji wê xeteriya li ser jîngeha Kurdistanê heye, hişiyar bikin. Ev kare tê kirin û mixabin, di vî warî de hestkirin bi berprisyariyê gelek gelek kêm e. 

Yaku îro ez dixwazim li ber çavên we bêjim: Daxwazê ji xelkê dikim alîkariya hikûmetê bikin, daxwazê ji saziyên ragehandinê dikim ku, di vî warî de zêdetir hişiyariyê bilav bikin û pêwîste xelik bê agadar kirin ku, xeteriya vê yekê bo ser jîngeha Kurdistanê û tenduristiya xelkê Kurdistanê gelek e. 
Ev hemû sîfetên xerap in û divê her kes li herêma Kurdistanê xwe jê biparêz e, divê em hemû jîngeha Kurdistanê biparêz in, divê em hemû weke mala xwe li jîngehê binêrin, welatekî paqij me hebe daku, me jî tenduristiyeke baş hebe. 

Herwesa li gor dûvçûneka wezareta şaredariyê diyar bûye ku ji %75 zibil li herêma Kurdistanê paşmayê xwarinê ye, ev li gor hemû pîvanên olî, aborî û mirovî karekî xerape û ji bo herêma Kurdistanê xesaretek e. Xesarnekirina xwarinê sîfetekî ciwan yê kurdewariyê bû ye. Pêwîste xelkê me bê hişiyar kirin ku, çênabe îsraf di meseleya xwarinê û avêtina xwarinê de bê kirin. 

Hikûmetê dest bi karekî mezin kiriye di ware nehêlan û rêgirtin li hatinaxwarina xerap û expires. Em dilrehetin ku bi hevkariya hevwelatiyan êdî hemû kompanî û firoşiyar dê hînî wê yekê bin ku, pêwîste derman û tiştê baş bihête Kurdistanê, ev jî karekî gelek giring e û parastina tenduristî û îmkanên mirovî û aborîya xelkê Kurdistanê ye, ji ber vê yekê, em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku hevkariya me bikin, bêy hevkarîkirina hevwelatiyên xweştivî li herêma Kurdistanê, bêy hevkarîkirina saziyên ragehandinê, bêy hevkarîkirina karmendên tenduristiyê, bêy hevkarîkirina polis, efser û asayîşa herêma Kurdistanê, zehmete em bikarin yan wezareta tenduristiyê bikare bi tenê vî karî bike. 

Di dawiya axavtina xwe de careke din hemû ew xebatên wezareta tenduristiyê a hikûmeta herêma Kurdistanê dike û bi taybetî cenabê wezîrî li destpêkirina karên xwe li kabînye heftem a hikûmeta Kurdistanê gelek bilind dinirxînim û destxweşiyê lê dikim. 

Tenduristiyeke gelek baş bo hemûyan dixwazim û gelek bixêr bên serçavan. 

Gelek sipas dikim”

 

Avestakurd