Serrûpel Nûçe Angelina Jolie serdana Duhokê dike

Angelina Jolie serdana Duhokê dike

Belav bike
piştî serdana xwe ya li kampên penaberên li Urdun û Tirkiyê, dê serdana kampa penaberên Kurdên Rojava li Domîz-Duhok bike.

Li gor nûçeya Rûdawê, “Sibe saet 17.00’an Angelina Jolie digihe Herêma Kurdistanê. Wê jolie du rojan bmîne û mêhvana Neteweyên Yekbûyî ye.” Li gor heman jêderê li roja yekşembê (16/9/2012) dê Jolie berê xwe bide bajarê Duhokê û serdana kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz bike.  Hêjayî gotinê ye, niha zêdeyî 23 hezar kes li kampa Domîz dijîn. Rojane bi dehan malbat ji bajarên Rojava û yên Sûriyê berê xwe didin vê kampê û caran di rojekê de zêdeyî 100 malbatî berê xwe dide vê kampê.

Avestakurd