Serrûpel Nûçe Di “Gemşa Mila“ de Şampiyona Cîhanê Kurd e

Di “Gemşa Mila“ de Şampiyona Cîhanê Kurd e

Belav bike

Gemşvanê Mila ango Pehlewanê Zendê ku gelê Amedî ye Mehmet Çetînkaya bi nave netewa tirk, di Şampiyonaya Cîhanê ya Gemşa Milê de bû yekemîn.

Ev şampiyona di navbera 10-17’ê rezberê de, Brezîlyayê bajarê Sao Vicenteyê çêbû.  Ji netewa kurd Mehmet Çetînkaya bi nave tirkan di giraniya 55ê de bû şampiyona cîhanê.

Çetînkaya di berê de jî wek şampiyon bû. Berhev 9 şampiyona tirkiyê û 3 car jî şampiyona ewrope bû ye.

Li gor ajansa DHAyê Çetînkaya heta niha ji Wezareta Werziş û Lawanê Tirkiyê yarmetî wernegirtî ye. Li gor zagonan ji bo werzişvanê yekemîn re xelatên dewlet hene lê dibêje dive 10 welat beşdarî wan pêşbaziyan bibe. Ê min jî heta niha 8-9 welat tevlî dibûn û şampiyon jî ez dibûm. Ji wir dixwazim ev zagon bila bigûhere ku wekî min werzişvan xemgîn nebin. Heke ew zagon bigûheriya ji bo min gelek bi kêr dihat û min çil hezar bistanda ew jî dibû yarmetiya min.

Wêne: Gemşvanê Mila Mehmet Çetînkaya

Amadekar: Mamoste Metîn